Dewleta Qanûnê: Em berbijarê xwe yê Wezareta Navxwe naguherin

Eqîl Fetlawî
Eqîl Fetlawî

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê hebûna her duberekiyeke navxweyî di navbera kutleyên wan de red kir û tekez li ser berbijarkirina Qasim Eta bo posta Wezîrê Navxwe kir, aşkere jî kir ku ew ligel PDK û aliyên Sune mijûlî avakirina eniyeke çavdêriyê di nav Parlamena Îraqê de ne.

Berdevkê Fermî yê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Eqîl Fetlawî îro (Sêşem, 2ê Hezîrana 2026ê) di daxuyaniyeke taybet de bo Kurdistan24ê ragihand: “Li ser wan dengoyên ku behsa parvebûna navxweyî ya hevpeymaniyê dikin, tu parvebûnek nîne û Dewleta Qanûnê ji her du kutleyên Beşaîr û Dawayê pêk tê. Wî amaje bi wê yekê jî kir ku her biryareke bê dan, li dawiyê Nûrî Malikî yekalî dike û biryarên wî bi giringî ve tên wergirtin.

Berbijarkirina Qasim Eta û rûbirûbûna li Parlamenê

Li ser pirsa Wezareta Navxwe û berbijarê wê postê, Fetlawî got: "Ferîq Rukn Qasim Eta berbijarê me yê fermî ye û tu astengeke qanûnî li pêşiya dubare berbijarkirina wî nîne." Navborî awayê birêvebirina rûniştina parlamenê û awayê hejmartina dengan bi tundî rexne girt û aşkere kir ku wan giliyeke fermî li ser vê mijarê tomar kiriye.

Berdevkê Dewleta Qanûnê ron jî kir ku pêvajoya hilbijartina Qasim Eta bi razîbûna Serokwezîrê Iraqê yê nû Elî Zeydî bûye û got: "Me nêzîkî 9 navan jê re pêşniyar kirin, wî jî Qasim Eta hilbijart."

Fetlawî rexne li Serokê Parlamenê girt ku berbijarê wan nepejirandiye û ragihand; ne lojîkî ye ku kesek bo Wezareta Navxwe bê berbijarkirin û Serokwezîr pê razî nebe, û di dema nepejirandina berbijarê wan de, Serokwezîr di nav parlamenê de rexne li Serokê Parlamenê girtiye û Serokê Parlamenê jî di bersivê de gotiye: "Ev ne karê te ye."

Avakirina "Eniya Çarekirina Rêyê" ligel PDKê

Ji aliyekî din ve jî, Eqîl Fetlawî aşkere kir ku hevfêmkirineke wan ligel Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û çend aliyên Sune heye, bo pêkanîna hevpeymaniyekê bi navê "Tevgera Çarekirina Rêyê". Erkê vê eniya nû Dê çavdêrikirina karên hikûmetê û wan qanûnan BE yên ku ji aliyê parlamenê ve tên derxistin.

Ev pêşveçûn di demekê de ne ku Parlamena Îraqê li roja 14ê Gulana 2026ê bi pişkdarîya 270 parlamenteran rûniştina xwe ya asayî bo bawerîdana bi karnameya wezarî û kabîneya nû ya hikûmetê li dar xistibû. Lê ji ber şer û aloziyên di navbera parek ji parlamenterên Şîe û Sune de (li ser dengdana li ser berbijarên Wezareta Navxwe bo Şîeyan û Wezaretên Plankirin û Xwendina Bilind bo Suneyan), rûniştina parlamenê piştî bawerîdana bi karnameya hikûmetê û 14 wezîran bi dawî hatibû û çend wezaret asê mabûn.