Tirkiye projeqanûneke nû bo Pêvajoya Aştiyê û Çekdanîna PKKê amade dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Tirkiyeyê mijûlî amadekirina çarçoveyeke qanûnî ya nû ye, ku ji 8 heta 9 madeyan pêk tê, daku qonaxeke nû di bin navê "Pêvajoya Tirkiyeya Bê Tîror" de dest pê bike; herwisa biryar e ev projeqanûn berî 15ê Tîrmehê û berî destpêkirina bêhnvedana havînê ya parlamenê bê pêşkêşkirin.
Rojnameya Tirkiyeyê ya nêzîkî deshilata dewleta Tirkiyeyê belav kiriye ku ew projeqanûn rewşa qanûnî ya wan kesan rêk dixe yên ku çekan dadinin; bi rengekî ku cudahî di navbera wan çekdaran de tê kirin ên ku destê wan di tawanan de hebûye û wan kesên ku tenê endamên wê rêxistinê bûne.
Li gorî nûçeya wê rojnameyê, biryar e fersend salekê bê dan bo endamên PKKê daku vegerin Tirkiyeyê û ji vê qanûnê feydeyî werbigirin. Herwesa hikûmeta Tirkiyeyê daxwazên DEM Partiyê bo rakirina rêgriyên li pêşiya karên siyasî red kirine. Li gorî qanûna nû, ew kesên ku vedigerin dê bo dema 5 salan qedexeya karên siyasî li ser wan bê danan û dê di bin çavdêriyeke tund a dadweriyê de bin.
Amarên çekdaran û şandên ewlehiyê yên li Îmralî û Qendîlê
Amar amajeyê bi hebûna 8 heta 10 hezar çekdaran û nêzîkî 200 kadroyên bilind dikin; tê pêşbînîkirin ku piranîya kadroyên bilind venegerin Tirkiyeyê û bijardeya çûna welatê sêyê hilbijêrin. Di qonaxa yekê de, tenê rê bi vegera wan kesan tê dan ên ku destê wan di tu tawanekê de nebûye.
Wê rojnameyê aşkere jî kiriye ku şandên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li Îmralî û Qendîlê berî cejnê danûstandin kirine û PKKê nexşerêyek û xişteyeke demkî bo wê pêvajoyê pêşkêş kiriye. Niha jî hikûmet û AK Partî di qonaxa nirxandina dawiyê de ne, daku ew projeqanûn bo Serokatiya Parlamenê bê şandin.
Ev pêngavên qanûnî piştî hejmareke biryarên dîrokî yên sala borî tên. Di 12ê Gulana 2025ê de, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di daxuyaniyekê de encamên kongreya xwe ya 12ê belav kiribûn û biryara hilweşandina peykerê rêxistinî û bidawîanîna xebata çekdarî dabû.
Paşê di 9ê Tîrmeha 2025ê de, peyameke vîdyoyî ya nû ya Abdullah Ocalan li ser pêvajoya çekdananê hatibû weşandin. Wekî qonaxeke din a pêvajoya nû ya aştiyê, gerîlayên PKKê di merasîmekê de li pêşiya şkefta Caseneyê ya li sînorê Sûrdaşê li parêzgeha Silêmaniyê bi pişkdariya 30 çekdaran piştî xwendina peyama xwe, 30 parçe çekên xwe şewitandin û dawî bi hebûna xwe ya serbazî anî.