Cotkarên Amûdê li benda piştgiriyê ne: "Em zirar dikin"

Qamişlo (K24) – Li gundewarên Amûdê û navçeyên din ên Rojavayê Kurdistanê, werza dirûna kemûnê dest pê kir. Lê belê cotyar ji ber kêmbûna berhem û nebûna nirxekî guncav, îsal di nava diltengiyeke mezin de ne.

Îsal ji ber barana zêde û piştî wê jî pêlên germê yên neasayî, ziyaneke mezin gihîşt zeviyên kemûnê. Cotyarên herêmê diyar dikin ku ev guherînên keşûhewayê, bûne sedema "şewitîna" kemûnê û ji ber wê jî berhema îsal li gorî salên borî gelekî kêm e.

Cotyarekî ji gundewarê Amûdê bi navê Mistefa Mîrxan bal kişand ser bandora baranê û got: "Kemûn ji barana zêde hez nake. Îsal baran gelek hat û piştî wê jî germahiyê lê da, loma kemûn şewitî. Em niha kemûnê diçinin, lê berhema wê kêm e û bawer nakim ku lêçûna me jî derkeve."

Yek ji pirsgirêkên herî mezin ên cotyaran, kêmbûna nirxê kemûnê û zêdebûna lêçûnên karkeran, derman û tov e. Adil Keleş, cotyarekî din ê herêmê ye, rewşa îsal bi ya salên borî re da ber hev û diyar kir ku her tonek kemûn di salên borî de bi 1500 dolarên Amerîkî dihat firotin, lê îsal nirx hîn nehatiye diyarkirin û bazirgan bi bihayekî pir kêm dixwazin.

Adil Keleş got: "Mesrefên karkeran, derman û çandiniyê pir zêde ne. Îsal em ne %100, lê em %200 di zirarê de ne. Hikûmet piştgiriya çandina kemûnê nake û em neçar in berhema xwe bifroşin bazirganên taybet."

Li Rojavayê Kurdistanê di rojên pêş de dê werza dirûna genim û ceh jî dest pê bike. Cotyar nîgeran in ku heman pirsgirêkên nirx û ziyanên keşûhewayê di van berheman de jî dubare bibin. Tevî daxwazên cotyaran ên ji bo diyarkirina nirxekî guncav û piştgiriya hikûmetê, heta niha di kerta geştyarî û çandiniyê de, pêngavên berbiçav nehatine avêtin.