Li Diyarbekirê di otobêsên nav bajêr de êdî pere derbas nabe
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve hat ragihandin, êdî di otobêsên rêwiyan ên nav bajêr de pere derbas nabin û divê rewî li şûna pere, kartên rêwîyan bi kar bînin.
Protokola di navbera Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê û Otobêsên rêwiyan ên nav bajêr de hatibû îmzekirin ket meriyetê. Li gorî wê protokolê êdî di otobêsên nav bajêr de pere derbas nabin û şûna pereyan divê rêwî heqê rê bi kartên hatine destnîşankirin bidin ku navê wan kartan jî Dîyarkart e û her wiha rêwî dikarin ji bilî Diyarkartê bi kartên krêdîyê yên bankeyan jî heqê rê bidin.
Ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê bangewazî jî hat kirin ku welatî jî û ajokarên otobêsan jî pabendê pergala nû bin û di vê çarçoveyê de ji aliyê xebatkarên çavdêriyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve pişkinin jî tên kirin. Her wiha di nava bajêr de gelek xalên tijekirina Diyarkartê jî hatine danîn ku welatî dikarin bi rêya van amûrên tijekirinê Diyarkartên xwe tije bikin.