Kurtulmuş: Krîza CHPê nabe asteng li pêşiya proseya çareseriyê û destûra nû

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Meclîsa Tirkiyeyê (TBMM) Numan Kurtulmuş ragihand, krîza serkirdayetiyê û hesabên navxweyî yên di nava CHPê de, nabe ku bibe asteng li pêşiya "proseya çareseriyê" û xebatên "destûra bingehîn a sivîl".

Serokê TBMMê Numan Kurtulmuş, derbarê geşedanên dawî yên di nava Partiya Gel a Komarî (CHP) de, ku bi biryara dadgehê kongreya wê ya 38emîn hatibû betalkirin û Kemal Kılıçdaroglu careke din wek Serokê Giştî hatibû erkdarkirin, axivî.

Kurtulmuş di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Hurriyetê diyar kir, ev alozî û liv û tevgera di nava partiya sereke ya opozîsyonê de, dê bandoreke neyînî li ser dînamîkên "proseya çareseriyê" ya li herêmê û welat neke. Kurtulmuş got: "Ez hêvî dikim ku vê pevçûn û perçebûna navxweyî neyênin ser pirseke me ya niştimanî û giring, yanî pirseke dawîanîna bi terorê."

Serokê Meclîsê bal kişand ser pêdiviya welat a bi destûreke nû û sivîl û destnîşan kir, Meclîsa niha ji bo lihevkirinê ji her demê bêtir amade ye. Kurtulmuş diyar kir, ji ber ku ti partiyek bi tena serê xwe xwedî piraniya pêwîst nîne ku destûrê ava bike, ev yek ji bo danûstandin û lihevkirinê derfeteke mezin e.

Kurtulmuş got: "Ez pê bawer im ku ev Meclîs li gorî meclîsên berê, ji bo çêkirina destûra bingehîn xwedî avantajên mezintir e. Ji ber ku hêza ti partiyekê bi tena serê xwe têrê nake; ev jî tê wateya pozîsyoneke siyasî ya ku ji diyalogê re vekirî ye."

Numan Kurtulmuş herwiha hişyarî da parlamenteran û tekez kir ku divê berpirsyariyên li hemberî gel werin bicihanîn. Herwiha got: "Ev parlamento xwedî atmosfereke erênî ye û xwedî ezmûneke giring e. Heke tevî vê yekê destûreke nû ava neke, gel dê ji niha û pê ve ji gotinên 'destûra nû' bawer neke û guh nede wan."