Zeydî alî bo dabînkirina ewlehiya karê kompaniyên petrolê raspartin
Elî Zeydî pêşwaziya şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê ligel şandeyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê û nûnerên kompaniyên biyanî yên petrolê civiya û biryar da ku ji sibê ve tevahiya kompaniyan dest bi karên xwe bikin; ev jî bi merema qerebûkirina wê zirara mezin a aborî ya ku ji ber şeran û daxistina Tengava Hurmizê gihîştiye Iraqê.
Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî îro (Çarşem, 3ê Hezîrana 2026ê) pêşwaziya şandeyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ku Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Kemal Mihemed Salih serokatiya wê dikir.
Şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û nûnerên hejmarek ji kompaniyên cîhanî yên petrolê bi hev re bûn. Ev civîn jî bi amadebûna her yek ji Wezîrê Derve, Wezîrê Petrolê û Serdarê Artêşa Iraqê birêve çû.
Li gorî daxuyaniya Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê, di civînê de Zeydî guhdariya ronkirineke tûr û tesel li ser rewşa karê kompaniyên petrolê di bin siya wan rûdanên dawiyê de yên ku ji ber şerê deverê ser hildane kir. Hevdem dîtineke giştgir û guncayî li ser çawaniya destpêkirina karê wan kompaniyan di zûtirîn dem de pêşkêş kir.
Di pareke din a wê daxuyaniya de hatiye ku Zeydî aliyên peywendîdar raspartine ku tevahiya wan pêdivîtiyan dabîn bikin ên ku dibin sedema misogerkirina ewlehiya karê kompaniyên petrolê yên Herêma Kurdistanê.
Serokwezîrê Iraqê amaje bi wê yekê jî kir ku ew zirara ji ber sekinandina hinardekirina petrolê bi rêya Tengava Hurmizê gihîştiye Iraqê pir mezin bûye, lewma divê bizav zêdetir bo qerebûkirina wan ziraran bên kirin, ew jî bi rêya çareserkirina wan arêşeyên ku li pêşiya zêdekirina asta berhemanînê rêgir in.
Her di wê civînê de, Serokwezîrê Iraqê biryar da ku ji sibê ve tevahiya kompaniyên petrolê li Herêma Kurdistanê dest bi karên xwe bikin. Wî herwisa tekez li ser giringiya karê hevpar, peydakirina jîngeheke guncayî û dabînkirina pêdivîtiyên bingehîn bo wê meremê kir.