Rojane 300 barhilgirên berhemên navxweyî bo bazarên Iraqê tên şandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Giştî yê Çandiniya Hewlêrê ragihand ku meha bê pêvajoya hinardekirina petatên Hewlêrê bo derve digihîje asta herî bilind; hevdem aşkere jî kir ku niha her rojê nêzîkî 300 barhilgiran ji berhemên navxweyî bo sûkên naverast û başûrên Îraqê tên şandin.
Rêveberê Giştî yê Çandiniya Hewlêrê Hêmin Seyid Murad îro (Çarşem, 3ê Hezîrana 2026ê) bo malpera Kurdistan24ê axivî û bal kişand ser stratejiya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo berbazarkirina berhemên cotkaran û got: "Pareke berhemên navxweyî pêdivîtiyên sûkên navxweyî tije dike, pareke din jî ber bo bazarên derveyî welat tên şandin û parek jî li sûkên naverast û başûrên Îraqê tên firotin."
Hêmin Seyid Murad amaje bi wê yekê jî kir ku petatên Herêma Kurdistanê ji ber bilindiya kalitiyê û zêdehiya berhemanînê, li sûkên derveyî welatî daxwazeke zêde li ser heye. Herwesa got: "Heta niha berhemê petatan bo welatên Qeter, Îmarat, Erebistana Siûdî û Behreynê hatiye hinardekirin."
Rêveberê Giştî yê Çandiniya Hewlêrê diyar jî kir ku berhemê hingiv bo welatên Kendavê û Ewropayê, û berhemê dofşava temateyan ê kargehên Herêma Kurdistanê jî bo welatên Ewropayê tên şandin.
Navborî tekez jî kir ku Herêma Kurdistanê bûye pişkek ji selika xwarinnê bo hin parêzgehên Îraqê. Wî aşkere jî kir: "Her roj di navbera 250 heta 300 barhilgiran ji celebên cuda cuda yên berhemên cotkarên Herêma Kurdistanê ber bi wan bajarên Îraqê ve tên şandin, ku di sînorê hikûmeta federal de ne, ku ev yek wekî piştgiriyekê bo selika xwarinê ya tevahiya Îraqê ye."
Rêveberê Çandiniya Hewlêrê behsa rêkarên qanûnî yên parastina mafên cotkaran kir û got: "Salane di werzê gihîştina berhemên me de, bo piştgirîkirina cotkaran û saxkirina berhemên navxweyî, em baceke zêde dixin ser berhemên hawirdekirî an jî em bi temamî sînoran dadixin; ji ber ku di wan werzan de tu pêdivîtiyeke me bi berhemên derve nîne."
Wî ron jî kir: Em niha di destpêka werzê gihîştina petatan de ne. Pêvajoya hawirdekirin û hinardekirinê li gorî werz û dema wê hatiye diyarkirin, ji ber ku welatên din jî (bi taybetî Erebistana Siûdî) di van werzan de giringiyê didin berhemên xwe yên navxweyî û hawirdekirina berhemên derve radiwestînin.
Hêmin Seyid Murad diyar jî kir ku bo welatekî mîna Îmaratê, werzê hawirdekirinê dê ji meha Tîrmehê heta meha Îlonê be, û ew jî salane di wê demê de berhemên xwe hinarde dikin.
Wî herwesa got: "Herçend e di çend rojên borî de hinek petat ji parêzgeha Dihokê bo derve hatine şandin, belê bo sînorê parêzgeha Hewlêrê, ji meha bê (Tîrmehê) ve pêvajoya hinardekirinê dê pir zêdetir bibe û dê pêş bikeve, ji ber ku di wê demê de berhemê petatên Hewlêrê digihîje asta herî bilind."
Di salên 2022 û 2023an de, di çarçoveya projeya kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bo berbazarkirina berhemên xwemalî, hingivê Kurdistanê berhem yekê bû ku gihîşte sûkên Ewropayê, bi taybetî jî sûkên Fransayê.
Piştî hingiv, birncê Akrê û tehîna Amêdiyê bi rengekê berfirehtir ber bi welatên Ewropayê ve (mîna Swêd, Almanya û Brîtanyayê) hatine şandin.
Gelek caran navê "henar"an (henarên Helebce û Zaxoyê) wekî berhema yekê tê bihîstin, belê henar berhema yekê bû ku bi qebareyeke mezin û bi arengekê fermî bo welatên Kendavê (Îmarat û Qeterê) hatibû hinardekirin, ne bo Ewropayê.