Kirmanşan.. Şêniyê Şerwêneyê ji bo parastina xwezayê daket kolan û qadan
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarokê Şerwêneyê yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê ve, bi beşdariya bi dehan welatiyan çalakiyeke hevbeş a werzişî û jîngehparêziyê hat lidarxistin.
Bi dehan welatiyên bajaroka Şerwêneyê, bi armanca bilindkirina hişyariya jîngehparêziyê û giringiya werzişê, li bin diruşmên "Hevalê Siruştê, Hevrêyê Tenduristiyê" û "Mirovê baş, Dostê Jîngehê ye" pêngaveke taybet dan destpêkirin. Welatiyan di vê çalakiyê de hem meşiyan û hem jî gemar û xirayên li ser kolanên bajarokê paqij kirin.
Ev çalakî bi serpereştiya rêxistinên jîngehparêz û bi piştgiriya Encûmena Şaredariyê û Rêveberiya Jîngehê ya Ciwanroyê hat birêvebirin. Di pêngavê de ji werzişvan û jîngehparêzan bigire, heta karker, fermanber, mamosteyên olî, mamosteyên dibistanê û jinên malê, ji her temenî û ji her beşên civakê welatî amade bûn.
Serokê Rêveberiya Jîngehê ya Ciwanroyê Eta Qadirî di çalakiyê de axivî û bal kişand ser giringiya parastina xwezayê. Qadirî destnîşan kir ku armanca wan a sereke ne tenê komkirina çopê ye, lê belê gihandina wê peyamê ye ku "divê mirov jîngehê pîs neke." Herwiha mamosteyê olî Selah Felahî jî da zanîn ku parastina jîngehê di olê de jî xwedî cihekî giring e û erkê her bawermendekî ye ku xwezaya xwe biparêze.
Beşdariya jin û zarokan di vê pêngavê de gelekî li pêş bû. Zarokên ku tevî malbatên xwe beşdar bûbûn, hem di paqijkirina kolanan de alîkarî kirin û hem jî di dawiya çalakiyê de bi xwendina helbestên Kurdî rengê xwe dan pêngavê.
Di dawiya çalakiyê de, piştî meşeke çend kîlometreyî û paqijkirina bajarokê, di navbera beşdaran de pişk hat kişandin û wekî dandanê, hin diyarî û xelat hatin belavkirin.