Bi hêsankariyên hikûmetê, berhemanîna mirîşkan li Dihokê geş dibe

Dihok (K24) – Parêzgeha Dihokê di warê geşepêdana sektora xwedîkirina mirîşkan û berhemên xumalî de, pêngavên girîng davêje. Li gorî xwediyên projeyan û berpirsên herêmî, piştgiriya berhemên navxweyî, bûye sedema zêdebûna hilberînê û dabînkirina pêwîstiyên bazarê.

Li parêzgeha Dihokê 332 projeyên mirîşkan salane zêdetirî 40 hezar ton goşt berhem tînin. Ji ber ku ev rêje ji pêwîstiya navxweyî zêdetir e, %60ê berhemê ji bo parêzgehên din ên Herêma Kurdistanê û Iraqê tê hinardekirin. Hikûmetê jî di rêkarên dayîna moletan de ji bo van projeyan hêsankarî kirine.

Yek ji xwediyên projeyên xwedîkirina mirîşkan, Dilşad Emîn, derbarê giringiya van projeyan de da zanîn, ew hewl didin bi kalîteyeke bilind mirîşkan bigihînin destê welatiyan û got: "Armanca me ya sereke ew e ku em bazara navxweyî bi berhemên xumalî û tendurist tije bikin. Kedeke mezin di van projeyan de tê dayîn, da ku em karibin pêşbaziyê bi berhemên biyanî re bikin."

Projeyên mirîşkan li parêzgeha Dihokê şiyana xwedîkirina 7 milyon mirîşkan hene. Ev berhem, tevî daxwaz û xwesteka zêde ya li bazarên navxweyî, li seranserê bazarên Iraqê jî xwedî navûdengek û kalîteyeke bilind e."

Ji aliyê xwe ve, Rêveberê Samanê Ajelan li Dihokê Rêdûr Sidqî bal kişand ser asta geşedana vê sektorê li parêzgehê û diyar kir ku hikûmet û rêveberiya herêmî girîngiyeke taybet didin projeyên xwedîkirina mirîşkan.

Rêdûr Sidqî got: "Li parêzgeha Dihokê hejmareke zêde ya projeyên xwedîkirina mirîşkan hene û ev proje roleke sereke di dabînkirina goştê spî de dileyîzin. Em wek Rêveberiya Samanê Ajelan, berdewam çavdêriya van projeyan dikin û hewl didin astengiyên li pêşiya xwediyên projeyan rakin da ku berhemanîna navxweyî bibe bingeha sereke ya aboriya herêmê."

Pispor û berpirsên herêmî tekez dikin ku xurtkirina van projeyan ne tenê ji bo dabînkirina xwarinê, lê di heman demê de ji bo afirandina derfetên kar û bihêzkirina aboriya Kurdistanê jî giring e. Hat destnîşankirin ku heger piştgiriya ji bo xwediyên projeyan berdewam bike, Dihok dikare bibe navendeke sereke ya hinardekirina mirîşkan ji bo parêzgehên din ên Iraqê jî.