Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Wezîrê Derve yê Yewnanê xurtkirina têkiliyan nîqaş dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Derve yê Yewnanê kir û di hevdîtinekê de her du alî li ser bihêzkirina peywendiyên aborî û bazirganî hevnerîn bûn.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 7ê Hezîrana 2026ê) pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Derve yê Yewnanê Harry Theoharis kir.
Li gorî ragihandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, “Di wê hevdîtinê de, her du alî li ser giringiya xurtkirina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Yewnanê di warên cuda cuda de hevnerîn bûn; bi taybetî tekezî li ser xurtkirina peywendiyên dualî di warên wekî pevguhartina bazirganî, geştyarî, çand, şûnwar û tenduristiya de.
Di pişkeka din a wê hevdîtinên de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser guhartin û pêşhatên rewşa giştî ya Îraqê û deverê li hev guhertin û tekez li ser giringiya parastina ewlehî û tenahiya deverê kir.