Rojane du şeftan kar li ser “Rêya Jiyanê” tê kirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî çar mehan ji rawestana wê ji ber barîna baranê, karên pirojeya "Rêya Jiyanê" li ser cadeya Kornîşê Hewlêrê dîsa hat destpêkirin û bi dehan amûr kar tê de dikin; pirojeyek ku rûyê gelek taxan diguherîne û metirsiya lehiyê namîne.
Xelat Xalid, ku endazyarê pirojeya Rêya Jiyanê ye, ji peyamnêrê Kurdistan24ê Hoşmend Sadiq re ragihand ku dirêjiya tevahiya vê pirojeyê 25 kîlometre ye û niha wekî nimûne li ser yek kîlometreyî kar tê kirin.
Xelat Xalid herwesa got: “Ji bo ku ev piroje berî dema xwe ya diyarkirî bi dawî bibe, rojê 13 saetan û bi du şeftan kar tê de tê kirin. Ev piroje ji kanala avê, park, cihên piyaseyan û gelek cihên rûniştinê pêk tê.”
endazyarê pirojeya Rêya Jiyanê eşkere jî kir: “Piştî temamkirina qonaxa yekê, bicihanîna qonaxa duyê ya vê projeyê dê bê destpêkirin, ku ji taxên Sêberdan û Şawêsê dest pê dike heta digihêje ser rêya Koyeyê.”
Pirojeya "Rêya Jiyanê" yek ji pirojeyên stratejîk ên Parêzgeha Hewlêrê ye. Armanca wê veguherandina xendek û rêyên avên werzî ye bo kembereke kesk û cihekî geştûguzarî. Dirêjiya vê rêyê 25 kîlometre ye û di nav gelek taxên bajarê Hewlêrê re derbaz dibe.
Ev der berî niha di werzê zivistanê de dibû sedema çêbûna lehiyan û xeteriyê li ser malên welatiyan. Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi armanca çareseriyeke bingehîn ji bo lehiyan, zêdekirina rêjeya keskatiyê bo 10% û afirandina jîngeheke saxlem, dest bi bicihanîna karûbarên vê pirojeyê kiriye û armanc ew e ku di demekê kurt de ji bo xelkî bê vekirin.