Li Qamişlo werzê dirûna genim dest pê kir: Saylo amade ne, cotkar nîgeran in

Qamişlo (K24) – Li herêma Cizîrê û bi taybetî li gundewarên Qamişlo, werzê dirûna ceh û genim dest pê kir. Tevî ku saylo amadekariyên xwe yên wergirtina berheman temam kirine, cotkar ji ber lêçûnên giran ên berhemanînê û nirxê kêm nîgeran in.

Li sayloyên parêzgeha Hesekê û Qamişlo, ji bo pêşwazîkirina werzê nû ya genim amadekarî gihîştine asta herî jor. Hikûmeta Sûriyeyê îsal pergaleke nû ya dîjîtal ji bo birêvebirina proseya wergirtina genim xistiye meriyetê.

Rêveberê Sayloyên Qamişlo Sîpan Xelef derbarê amadekariyan de diyar kir, wan platformeke taybet ji bo qeydkirina cotkaran amade kiriye. Xelef got: "Ev platform li seranserê Sûriyeyê tê bikaranîn. Cotkar bi nasnameya xwe ya neteweyî û hejmara telefona xwe têne qeydkirin. Ev pergal dibe alîkar ku proseya wergirtinê bi rêkûpêk û bêyî qerebalixiyê birêve biçe."

Cotkar: Lêçûn zêde ne, nirx kêm e

Tevî amadekariyên saziyan, cotkar li ser erdê bi zehmetiyên mezin re rûbirû ne. Cotkarê bi navê Dawûd Bozo, ku li gundewarê Amûdê genimê xwe diçine, bal kişand ser lêçûnên giran û got: "Lêçûnên veguhastinê, heqê kedkaran û kirîna çewalan pir zêde ne. Nirxê ku ji bo genim hatiye diyarkirin, li hemberî van lêçûnan kêm e û cotkar zirarê dikin."

Di heman çarçoveyê de, pisporê çandiniyê Merwan Ebdela jî diyar kir, tevî ku îsal berhem baş xuya dike, lê barê giran ê li ser milê cotkaran bandoreke neyînî li dahata wan dike. Ebdela destnîşan kir ku divê hevsengiyek di navbera nirxê kirînê û lêçûnên viraştê de hebe, da ku cotkar karibin berdewamiyê bidin xebatên xwe.

Plana wergirtina 1 milyon ton genim

Li gorî biryarên dawî, hikûmeta Sûriyeyê plan dike ku îsal li seranserê welat 1 milyon ton genim ji cotkaran bikire. Hat ragihandin ku heger berhema parêzgeha Cizîrê ji vê rêjeyê zêdetir be, dê genimê zêde ber bi parêzgehên din ve were veguhestin an jî hikûmet dê ji bo kirîna beşê mayî biryareke nû derxîne.

Niha li deştên Amûdê û Qamişlo patoz dest bi dirûna genim kirine û cotkar bi hêviya ku berhema wan a salekê bi nirxekî dadmend were wergirtin, berê xwe didin sayloyan.