Li Qoserê Konferansa ‘Yekîtiya Neteweyî’ hat lidarxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmarek partiyên siyasî, tevger û kesayetên serbixwe yên Bakurê Kurdistanê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê konferansek lidar xistin. Di konferansê de daxwaza avakirina temsîliyeteke neteweyî û xurtkirina hevkariya navxweyî hat kirin.
"Komîsyona Hewldana Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê", ku ji PÊLKURD, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), Tevgera Vejînê ya Kurdistanê (VEJÎN) û kesayetên serbixwe pêk tê, îro 7ê Hezîrana 2026an li navçeya Qoserê ya Mêrdînê konferansek pêk anî.
Pêgeha PWK Navend di daxuyaniyekê de belav kir, Konferans bi xuleke rêzgirtinê ji bo şehîdên Kurdistanê û xwendina sirûda neteweyî "Ey Reqîb" dest pê kir. Di beşa yekem a konferansê de serok û nûnerên partiyan axivîn. Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Serhad Amedî, rêvebirê PÊLKURDê Fûat Onen, berdevkê VEJÎNê Ferîd Azad, li ser navê kesayetên serbixwe Alî Oncû û Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk bal kişandin ser pêdiviya kurdan a bi yekîtî û tifaqên stratejîk.
Konferans bi beşdariya nûnerên gelek partî, saziyên sivîl û kesayetên navdar birêve çû. Nûnerên PDK-BAKUR, HAK-PAR, Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye (PDK-S), Tevgera Azadiya Kurdistanê li Sûriyê, El Partî, Weqfa Hemîdê Smaîlaxa, Nûbihar û Komeleya Cotkaran di konferansê de amade bûn. Herwiha Baroya Mêrdînê, Odeya Bazirganiya Nisêbînê û gelek rewşenbîr û sîyasetmedaran jî piştgirî dan konferansê.
Li gorî daxuyaniyê, Konferansa Qoserê di nava raya giştî ya Bakurê Kurdistanê de bawerî û hêviya avakirina temsîliyeteke neteweyî geş kir. Amadekarên konferansê ragihandin ku ev xebat bi Qoserê bi sînor namîne û di rojên pêş de dê li bajarên din ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî konferansên bi vî rengî werin li dar xistin.