Li Silêmaniyê konserta "Kojena Muzîka Kurdî" hat pêşkêşkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Ji aliyê Pişka Muzîkê ya Kolêja Hunerên Xweşik a Silêmaniyê ve, konserta "Kojena Muzîka Kurdî" li Zanîngeha Silêmaniyê û li Hola Qadir Dîlanê hat pêşkêşkirin, ku pêngaveke ji bo nîşandana şiyanên xwendekaran û parastina mîrata muzîka Kurdî.
Konserta "Kojena Muzîka Kurdî" îro (Duşem, 8ê Hezîrana 2026ê) ji aliyê Pişka Muzîkê ya Kolêja Hunerên Xweşik a Silêmaniyê ve li Zanîngeha Silêmaniyê û li Hola Qadir Dîlanê hat pêşkêşkirin.
Serperityarê Orkestrayê Mîlan Zanist îro (Duşem, 8ê Hezîrana 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand ku ew konsert ji sê pişkan pêk hatibû û her pişkekê taybetmendiya xwe hebû. Navborî ron jî kir ku di pişka yekê de, konserta xwendekarên qonaxa sêyê di bin serperityariya mamosta Rêbaz Sadiq de hat pêşkêşkirin; ev pişk delîveyek bû ji bo nîşandana asta fêrbûn û ezmûna xwendekaran di warê stranbêjî û performansa muzîkê de.
Mîlan Zanist herwesa got: "Di pişka duyê de, amûrên muzîkê yên Kurdî bûn navenda baldariyê, ji ber ku konserta amûrên Kurdî hat pêşkêşkirin. Vê pişkê ji bo parastin û berdewamkirina mîrata muzîka Kurdî û nasandina deng û rengê amûrên resen ên Kurdistanê giringiyeka taybet hebû."
Mîlan Zanist muzîkjenî bal dikişîne ser pişka sêyê ya konsertê jî û got: "Pişka sêyê ku pişkeka serekî û çaverêkirî ya bernameyê bû, konserteka stranan bû bi dengê xanim û hunermend Dêrê Aram, bi hevparî ligel orkestrayeka modern.”
Ev pişk di bin rêberiya Mîlan Zanist û amadekirina bernameyê ji aliyê Bako Bextiyar ve hat pêşkêşkirin. Têkelbûna dengê stran û orkestrayê bizavek bû, ji bo afirandina ezmûneka nû ya guhdarîkirinê û pêşkêşkirina berhemên muzîkî bi awayekî akademî û hunerî."
Mîlan Zanist eşkere jî kir ku ev çalakî, ji bilî ku konserteka muzîkê ye, herwesa wêneyek e ji kar û çalakiyên fêrkirinê yên pişka muzîkê û asta şiyan û afirandina xwendekaran. Herwesa bizavek e ji bo avakirina peywendiyeka nêzîktir di navbera zanîngeh, hunermend û cemawerê xweşevî yê muzîkê, û di eynî demê de piştgiriyek e ji bo parastin û pêşxistina muzîka Kurdî.