Koma Kevî konsereke mezin li Stenbolê pêşkêş kir
Stenbol (K24) – Koma Kevî ya ku bi parastin û pêşkêşkirina stranên herêma Botanê tê naskirin, li Stenbolê duyemîn konsera xwe pêşkêş kir. Kurdên niştecihên Stenbolê bi coşeke mezin pêşwaziya hunermendan kirin û hol bi temamî dagirtin.
Li bajarê Stenbolê, hunera resen a Kurdî careke din gel anî cem hev. Koma Kevî, ku di nava xebatên xwe de giranî dide kilam û stranên gelêrî yên devera Botanê, li Stenbolê derket pêşberî hezkiriyên xwe. Di konserê de ku ji aliyê hejmareke mezin a welatiyan ve hat şopandin, ji ber qelebalixiyê di holê de cihê rûniştinê nema.
Di konserê de dengbêj Evdirehman Cizirî û endamên koma xwe bi kilamên xwe yên kûr û bi rîtma Botanê ya resen, beşdar birin rêwîtiyeke çandî. Hunermendan di daxuyaniyên xwe de bal kişandin ser giringiya xwedîderketina li mîrata çandî û hunera dengbêjiyê daku nifşên nû ji vê çavkaniyê bêpar nemînin.
Yek ji dîmenên herî balkêş ên konserê, amadebûna jineke Hecî ya 80 salî bû. Vê jina temenmezin piştî konserê ji Kurdistan24ê re axivî û hestên xwe wiha anîn zimên: "Ez her çend çûme Hecê û bi temenê xwe mezin im jî, lê ji ber xatir û hurmeta çand, ziman û hunera Kurdî ez hatim vê derê. Hunera me rûmeta me ye."
Beşdarên konserê yên ku ji herêmên cuda yên Kurdistanê ne û li Stenbolê dijîn, kêfxweşiya xwe anîn zimên û diyar kirin ku çalakiyên bi vî rengî ji bo wan dibin wekî bêhnstendinekê. Welatiyan tekez kirin ku ew li xerîbiya Stenbolê bêriya deng û rengê welêt dikin û Koma Kevî bi vê konserê ew hesret hinekî kêm kiriye.