Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê nabe parçeyek ji ti nakokiyekê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê ji roja yekem ve bêalîbûna xwe parastiye û naxwaze bibe aliyekî nakokiyên leşkerî yên navçeyê. Herwiha dilniyayî da ku axa Herêmê ji bo gihandina ziyanê bi ewlehiya welatên cîran nayê bikaranîn.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 9ê Tebaxa 2026an di hevpeyvînekê ligel kanala asmanî ya 'Al Jazeera' de, ronahiyê dixe ser komek dosyeyên giring û rewşa niha ya navçeyê.

Qonaxên jiyana taybet a Serokê Hikûmetê

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser dîroka jiyana xwe û ragihand: "Ez li Kurdistanê û li herêmeke çiyayî bi navê (Dîlman) ji dayik bûm. Piştî xirabûna rewşa siyasî, em di sala 1975an de çûn Îranê û heta sala 1991ê li wir man; loma ez bi zimanê Farisî baş diaxivim. Em pêşî li Kerecê û paşê li Urmiyeyê bicih bûn."

Herwiha behsa wê kir ku piştî vegera wan a bo Herêma Kurdistanê, ji bo berdewamkirina xwendina xwe çûye Amerîkayê û di sala 1998an de vegeriyaye.

Mesrûr Barzanî tekez kir ku niha rewşa Herêma Kurdistanê baş e û Herêm wekî dostekî nêzîk ê hemû gelên navçeyê li peywendiyan dinihêre.

Helwesta Herêmê li hember şer û nakokiyên navçeyê

Mesrûr Barzanî tekez kir ku helwesta Herêma Kurdistanê ji destpêkê ve gelek zelal bûye û ragihand: "Me ji roja yekem ve gotiye ku em naxwazin bibin parçeyek ji nakokiyên navçeyê. Me dest bi ti şerekî nekiriye û armanca me ya tenê parastina qewareya Herêma Kurdistanê û dûrxistina wê ji her cure girjiyan e."

Herwiha bal kişand ser wê yekê ku di dawiyê de her şerek bi peymana aştiyê bidawî dibe, lê belê piştî jinavçûna samanekî mezin û qurbaniyên mezin ên mirovî; lewma baştir e ku alî rêyên siyasî bigirin û berjewendiyên hemû aliyan li ber çavan bigirin.

Mesrûr Barzanî hêvî xwest ku hemû alî rêz li yekparçeyî û serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê bigirin. Her wiha destnîşan kir jî, her çend hewildan hebin ku Herêmê bikişînin nav şer, lê ti aliyekî nekarî zextê li Herêmê bike, ji ber ku berjewendiya niştimanî di ser her tiştî re ye.

Bandora şer li ser aborî û aramiyê

Derbarê encamên şer ên li navçeyê de, Mesrûr Barzanî rewş wekî dijwar pênase kir; ji ber ku bêaramiyê bandoreke nerênî li ser kerta aborî li ser asta navçeyê û cîhanê kiriye.

Herwiha eşkere kir ku niha li navçeyê cureyekî bêbaweriyê heye, ji ber ku dawiya vê şerî ne diyar e; ev yek bûye sedema nîgeraniyê li Herêma Kurdistanê ku em hêvî dikin di demeke nêz de ji holê rabe.

Dosyeya opozîsyona Îranî li Herêma Kurdistanê

Li ser pirsa komên opozîsyona Îranê ya li Herêmê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: "Ev alî wekî penaber ji beriya sala 1991ê ve li vê navçeyê niştejî ne û ev babet wekî mîrateyeke dîrokî ji me re maye. Me ev pirsgirêk çênekiriye, lê me hemû hewlên xwe dane, da ku hemû alî pabendî siyaseta fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bin û nebin gef ji bo ser ewlehiya welatên cîran."

Êrişên mûşekî û hincetên bêbingeh

Mesrûr Barzanî bal kişand ser wê yek ku mixabin Herêma Kurdistanê bi rûbirûyî zêdetirî hezar êrişên mûşekî û dronî bûye ku ji hundirê Îranê, yan ji aliyê hinek mîlîsên Iraqê ve hatine kirin.

Di heman demê de got: "Ev êriş bi temamî bêhincet in; ziyanên mirovî gihîştine me û me hejmarek welatiyên sivîl jidest dane, li gel têkdana jêrxaneya medenî. Em van êrişan hemû şermezar dikin, ji ber ku Herêm naxwaze wekî gefek li ser navçeyê were dîtin."

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ew hincetên ku êrişan bi hebûna hêzên hevpeymanan ve girê didin, red kirin. Di vê barê de aşkere kir: "Binkeya asmanî ya Herîrê ev 10 sal in vala ye. Ev binke di şerê dijî DAIŞê de hat bikaranîn û piştî dawîbûna şer di sala 2017an de bi temamî hat valakirin, loma êriş li ser binkeyeke vala tên kirin ku ti serbazekî Amerîkî lê nîne."

Herwiha behsa wê yekê jî kir ku erkê hêzên Amerîkayê li Hewlêrê tenê rûbirûbûna terorê û parastina welatiyan ji gefên DAIŞê bûye, lê belê niha Amerîka wek hêza şerker li Herêma Kurdistanê nemaye.

Çareserkirina pirsa Kurd li navçeyê

Derbarê pirsa Kurd li welatên navçeyê de, Mesrûr Barzanî tekez kir ku riya herî baş ji bo çareserkirina pirsa Kurd, diyalog û riyên aştiyane ne; ji ber ku Kurd pêkhateyeke resen a van welatan e ku lê dijîn û nabe hebûna wan were înkarkirin.

Herwiha destnîşan kir ku nîşandana Kurdan wekî metirsiyek li ser ewlehiya neteweyî ya Îranê, babeteke pir mezinbûyî ye û ti carî niyeta Kurdan nebûye ku aramiya navçeyê têk bibin, berovajî her dem hewil dane ewlehiya sînoran biparêzin.

Peywendiyên derve û pirsa Îsraîlê

Mesrûr Barzanî di vê barê de got: "Herêma Kurdistanê parçeyek ji Iraqê ye û ne xwedî siyaseteke derve ya serbixwe ye, loma em pabendî wê siyaseta derve ne ya ku Hikûmeta Federal a Iraqê dimeşîne û em bi fermî radigihînin ku ti peywendiyeke me bi Îsraîlê re nîne."

Çekên li derveyî qanûnê û desthilata dewletê

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: "Siyaseta me zelal e; ew siyaseta hikûmeta federal e, bi taybetî ya Elî Zeydî ku tekez kiriye ku nabe ti grûpeke deryasayî li derveyî çarçoveya dewleta Iraqê çek hilgire. Siyaseta me jî heman e; nabe ti grûp bibe gef li ser Iraqê û welatên cîran."

Her wiha dibêje: "Beşek ji wan çalakiyên ku hinek ji van grupên çekdar dikin, beriya ku ziyanê bigihînin cîranan, ziyanê digihînin Iraqê. Me dît ka gelek ji wan welatan çawa bersiva êrişên van grûpan dane, çi bi mûşekan be yan bi dronan be."

Serokê Hikûmetê piştevaniya xwe ji bo hewildanên Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî yên ji bo kontrolkirina çekan û çespandina serweriya qanûnê nîşan da.

Mesrûr Barzanî her wiha destnîşan kir ku heta niha hewildaneke rastîn û serbazî ji bo bêçekkirina van grûpan nebûye, belku bêtir hewildan di çarçoveya peymanên aştiyê yan tevlîkirina wan a nav hêzên ewlehiyê yên fermî de bûne.

Peywendiyên Iraq û Îranê

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser peywendiyên Iraq û Îranê û got: "Iraq û Îran cîranên hev in û sînorekî wan ê berfireh bi hev re heye, loma hebûna peywendiyan di navbera wan de tiştekî asayî ye bi şertê ku li ser bingehê rêzgirtina hevbeş, parastina serweriyê û baweriya dualî be."

Mesrûr Barzanî diyar kir ku divê Îraq tekeziyê li ser parastin û bihêzkirina berjewendiyên xwe yên neteweyî bike, di heman demê de avakirina peywendiyan ligel welatên cîran wekî rêyeke rast ji bo birêvebirina hemû peywendiyan dibîne.

Mesrûr Barzanî hêvî xwest ku Iraq di biryarên xwe de serbixwe be û berjewendiya bilind a niştimanî û ya gelê xwe bixe pêşiya her tiştê din.

Bûyerên dîrokî yên Îraqê û hevrikiya hejmonê

Mesrûr Barzanî di beşeke din a axaftina xwe de bal kişand ser zincîra bûyerên dijwar ên Îraqê yên piştî nemana rêjîma berê û hatina hêzên Amerîkayê, ku paşê hebûna wan bi navên din hat binavkirin.

Wî ron jî kir ku hebûna hêzên biyanî li Îraq û Herêma Kurdistanê bi pileyên cuda cuda heta îro berdewam bûye. Piştî derketina terorê, careke din hêzên Amerîka û hevalbendan li ser daxwaza fermî ya hikûmeta federal a Îraqê vegeriyan û gelek welatên din jî bûn hevpar û hêzên xwe bi cih kirin.

Mesrûr Barzanî behsa wê yekê jî kir ku Komara Îslamî ya Îranê herdem hewl daye hejmona xwe li Îraqê zêde bike, ev yek jî bûye sedem ku Îraq bikeve rewşekê ku neçar bibe bi hişyarî van peywendiyên aloz birêve bibe. Ji aliyekî ve, Îraqê peywendiyên dostane ligel wan welatan hene yên ku di borî de alîkariya wê kirine û, ji aliyê din ve jî, hevbeşiyeke zêde ya olî, cografî û dîrokî heye ku Bexda û Tehranê bi hev re girê dide.

Li gorî gotina Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistan, divê Îraq bi awayekî vê hevsengiyê birêve bibe ku berjewendiya bilind a neteweyî di ser hemû tiştan re be.

Paşeroja nezelal a hevrikiyên Rojhilata Navîn

Li ser paşeroja hevrikî û şerên niha yên navçeyê, Mesrûr Barzanî ragihand ku pêşbînîkirina dema bidawîhatina şerê Îran û Amerîkayê gelek bizehmet e.

Wî herwesa got: "Her çend ez dizanim di xalekê de ev şer dê bidawî bibe, lê dema diyarkirî ya bidawîhatina wî ne zelal e. Tevî ku behsa gelek senaryoyên cuda cuda ji bo tiştê ku dê rû bide tê kirin, lê bi dîtina min ti pêşveçûnek nîne ku niha cihê piştrastiyê be."

Şerê Amerîka û Îranê bazirganiya navçeyê bi rêjeya 70% kêm kiriye

Mesrûr Barzanî ragihand ku şerê Amerîka û Îranê bandoreke rasterast û gelek mezin li ser aboriya Herêma Kurdistanê û tevahiya Îraqê kiriye. Hikûmeta Îraqê wekî dewletek, ku pişta xwe bi hinardekirina petrolê girê dide, ji ber daxistina Tengava Hurmizê nikare petrola xwe hinarde bike, vê yekê jî bandoreke neyînî li ser aboriya Îraqê çê kiriye ku em jî beşek ji wê ne.

Wî got jî: Beşek ji êrişên dronî bûn sedema sistbûna çalakiyên aborî li Herêma Kurdistanê di çend mehên borî de, û bi heman awayî bazirganiya ligel welatên derdorê paşve çûye, bi awayekî ku ez dikarim bibêjim 70% ê bazirganiya me ji ya berê kêmtir e. Eger ev rewş bi vî awayî berdewam bibe, dê xiraptir bibe, ne tenê ji bo Herêma Kurdistanê û Îraqê, belkî ji bo tevahiya navçeyê ku bandor li gelek welatên cîhanê jî bûye.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di beşeke din a axaftina xwe de dibêje: Herêma Kurdistanê amade ye bi her awayî alîkariya Bexdayê bike, em piştevaniya Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî dikin û tiştê ji destê me bê em dê bikin ji bo ku em piştevaniya aboriya Îraqê bikin. Îraqê berê zêdetirî çar milyon bermîlên petrolê ji başûr hinarde dikirin, tiştê ku me li Herêma Kurdistanê heye nikare vê ziyanê qerebû bike, ji ber ku em nikarin ji 300 hezar bermîlan zêdetir berhem bînin, dibe ku bigihe 400 hezaran jî eger veberhênana zêdetir li Herêma Kurdistanê bê kirin.

Amje jî da ku li kêleka van, nêzîkî 300 hezar bermîlan li Kerkûkê hene, eger hikûmeta federal bikaribe beşek ji wan hinardeyên ku ji navçeyên din ên Îraqê tên kirin bi rêya Herêma Kurdistanê bişîne Tirkiyeyê, tu bibêje hinardeya me gihîşt yek milyon bermîlên rojane jî, ev yek hêj têrê nake ku ziyanan qerebû bike, ji ber ku Îraq hewcedarî wê yekê ye ku zêdetir petrolê hinarde bike da ku dahata xwe biparêze. Herêma Kurdistanê amade ye alîkariya Îraqê bike û dikare barê wê sivik bike, lê nikare pirsgirêkê çareser bike.

Mesrûr Barzanî tekez jî kir ku Herêma Kurdistanê hewcedarî zêdetir veberhênanê ye, lê êriş û gefên li ser jêrxaneya enerjiya ku ji aliyê beşek ji komên çekdar ve tên kirin, kar gelek bizehmet kiriye ji bo ku kompanya dîsa dest bi veberhênanê bikin. Wan kompanyayan nekarîbû dest bi karên xwe bikin û berdewamiyê bidin veberhênanê, tenê di vê dawiyê de nebe ku Elî Zeydî komeke garantiyan da wan kompaniyan, lê gihîştina bi astê zêdekirina berhemê hewcedarî zêdetir dem û veberhênanê ye.

Mesrûr Barzanî derbarê yasaya petrol û gazê de got: Em hewcedarî yasayeke petrol û gazê ne ku mafên her aliyekî bi zelalî diyar bike, ji ber ku hikûmeta Îraqê hêj pişta xwe bi yasayekê girê dide ku dîroka wê vedigere sala 1975an, ku yasayeke hilweşiyayî ye ji ber ku vedigere serdemê rêjîma berê. Rêjîm guherî û Îraq ji dewletek navendî guherî bo dewletek federalî, lê yasa wek xwe mane, û ev yek jî yek ji wan sedeman e ku dike em hêj rûbirûyî hinek pirsgirêkan bibin.

Arêşeyên li beranber federaliyê û cîbicînekirina destûrê

Mesrûr Barzanî diyar kir ku federalî li beranber parastina yekparçeyiya welat ne asteng e, belkî arêşeya herî mezin cîbicînekirina wê ye û ragihand: Hîn hin kes li Bexdayê hene ku baweriya wan bi sîstema federalî nîne, yan jî heta tê nagehin. Sîstema federalî bi wî awayê ku diviyabû hatibam cîbicîkirin, nehatiye cîbicîkirin. Gelek madeyên destûrê nebûne yasa, ji wan jî madeya 140ê li ser navçeyên cihê nakokiyê, yasaya petrol û gazê, û pirsên wekî bazirganî û bacê û yên din. Arêşe di xweya sîstemê de nîne, belkî di zihniyeta hinek kesan de ye ku mixabin bi şaşî di vê sîstemê gehin. Eger hemû aliyan rêz li sîstema federalî girtiba, arêşeyên navbera me dê di astê herî kêm de ban.

Li ser awayê birêvebirin û çaksaziyan li Îraqê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got: Îraq welatekî gelek giring e û nakeve, ji ber ku xwediyê hemû pêkhatiyan e. Tevahiya tiştê hewcedarî pê heye birêvebirineke rast û biryardaneke rastîn e, û em hêvîdar in ev biryar di bin serkirdetiya Serokwezîr Zeydî de bên dan, û em bi temamî piştevaniya hemû wan destpêşxeriyan dikin ên ku ew pêşkêş dike.

Mesrûr Barzanî di beşeke din a axaftina xwe de bal kişand ser ezmûna serkeftî ya çaksaziyên Herêmê di warê dîjîtalkirina xizmetguzariyan û paldana kerta taybet û sîstema bankî de.

Peywendiyên ligel Tirkiyeyê û hevrikiya çekdarî ya li ser sînoran

Derbarê peywendiyên Herêma Kurdistanê ligel Enqereyê de, Mesrûr Barzanî ron kir: Peywendiyên me ligel Tirkiyeyê gelek baş in, û hevfêmkirineke baş di navbera me de heye. Lê ji ber berdewamiya hevrikiya çekdarî li ser sînorên me, heta niha jî 800 gundên me wêran in, û me nekariye wan ji nû ve ava bikin.

Herwesa got: Tirkiyeyê di dema du salên borî de şahidî li ser destpêşxeriyeke aştiyê kir û em alîgirên bihêz ên vê destpêşxeriyê bûn, ji ber ku çareserkirina pirsa Kurdan li Tirkiyeyê giring tê dîtin, ji bo gihîştina bi çareseriyeke dawî ji bo Kurdan di tevahiya navçeyê de.

Rewşa Kurdan li Sûriyeyê û danûstandinên Şamê

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser rewşa Sûriyeyê û rola Hewlêrê ragihand: Em alîgirên bihêz ên gotûbêj û diyalloga navbera Şam û Kurdan li Sûriyeyê bûn, û niha peywendiyeke baş di navbera Hewlêr û Şamê de di pêşveçûnê de ye.

Mesrûr Barzanî herwesa got: Serokê Sûriyeyê biryareke fermî ji bo dana nasnameyê bi Kurdan derxistiye, ku nîşana cidîbûna wî ye. Îro hemû Sûriyeyî, tevî Kurdan jî, derbaz bûne qonaxeke cuda. Kurd hene ku niha kursiyên wan di Encûmena Gel de hene, û Kurd hene ku postên wezaretê di hikûmeta nû ya Sûriyeyê de hene, û baweriya bi hevdu rêyê ji bo gihîştina bi rêkeftinên çêtir xweş dike.

Pirsa Kurdan li Îranê û xwestekên nifşê nû li Herêmê

Derbarê pirsa Kurd li welatên cîran, bi taybetî Komara Îslamî ya Îranê, Mesrûr Barzanî got: Li Îranê parêzgehek bi navê Kurdistan heye, lê beşdarbûna Kurdan li ser astê hikûmî sînordar bûye. Em piştevaniyê li wê yekê dikin ku Kurd li her cihê lê bin ji mafên wekhev behremend bin û wekî welatiyên pile du neyên dîtin.

Mesrûr Barzanî hêviyên xwe yên mezin bi nifşê nû yê Herêma Kurdistanê diyar kirin û ragihand: Xwestek û daxwazên nifşê nû cuda ne, ji ber ku di rewşeke azadiyê de jiyane û danberheviya xwe bi nimûneyên herî baş ên cîhanê re dikin; ez gelek geşbîn im û hêviyeke min a mezin bi paşeroja nifşê nû yê Kurdistanê heye.