Îran: Projeyasaya stratejîk a ji bo ewlehiya Tengava Hurmizê hat pejirandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Parlamentoya Îranê, projeyasaya "Destpêşxeriya Stratejîk a bo Ewlehî û Geşepêdana Berdewam a Tengava Hurmizê" bi yekdengî pejirand. Ev qanûn armanc dike ku berjewendiyên Îranê di avên stratejîk de biparêze.

Serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Parlamentoya Îranê Îbrahîm Ezîzî îro 9ê Tebaxa 2026an li ser hesabê xwe yê tora civakî (X) daxuyaniyek belav kir û ragihand, xalên giştî yên projeyasaya stratejîk a taybet bi Tengava Hurmizê, ji aliyê endamên komîsyonê ve bi komdengî hatiye qebûlkirin. 

Ezîzî destnîşan kir, ev projeyasa di çarçoveya rênimayên Rêberê Bilind ê Îranê de hatiye amadekirin. Herwiha di dema dariştina qanûnê de, pêşniyar û nerînên saziyên ewlehî û siyasî yên pêwendîdar hatine girtin. Hat diyarkirin ku armanca bingehîn a vê destpêşxeriyê, parastina berjewendiyên neteweyî yên Îranê ye di vê herêma avî ya herî hestiyar û stratejîk a cîhanê de.

Serokê komîsyonê aşkere kir, piştgiriya hemû endaman ji bo vê projeyasayê, nîşana giringiya mijarê ye. Ev qanûn dê bibe bingehek ji bo misogerkirina aramiyê, geşepêdana aborî û baştirkirina rewşa ewlehiyê li Tengava Hurmizê.

Tengava Hurmizê wekî yek ji girîngtirîn rêyên deryayî yên bazirganiya petrolê ya cîhanê tê naskirin û her gav di navenda nakokiyên navneteweyî û stratejiya parastinê ya Îranê de cih digire.