Li Herêma Kurdistanê proseya wergirtina genimê cotkaran berdewam e
Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo piştgirîkirina kerta çandiniyê, proseyê wergirtina genimê cotkaran li hemû parêzgehan berdewam e. Heta niha bi hezaran ton genim ji wan cotkarên ku berê nekaribûn berhemên xwe bifroşin, bi bihayekî guncaw hatine kirîn.
Serokê Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî îro 9ê Tebaxê ji Kurdistan24ê re ragihand, bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, proseya kirîna genimê cotkaran bi armanca dîtina bazarê ji bo berhemên navxweyî bi serkeftî bi rêve diçe.
Mihemed Şukrî diyar kir ku ev pêngav bi taybetî ji bo alîkarîkirina wan cotkaran e ku berê navê wan di lîsteyên radestkirina genim de tune bû. Li gorî amarên dawî, Di çarçoveya projeya kompanyaya "Das" de, 104 hezar û 250 ton li Hewlêr û Dihok genim hatiye wergirtin.
Herwiha Kompanyaya "Kavîn" jî li Dihokê 40 hezar ton genim ji cotkaran kiriye. Li Silêmanî, Helebce, Germiyan û Raperîn, bi rêya projeyên kompanyaya "Qeywan" heta niha 58 hezar ton genim hatiye wergirtin.
Armanca sereke ya vê biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî ew e ku cotkarên Kurdistanê zirarê nekin. Ji bo vê yekê bihayê her tonek genim bi 400 hezar dînar hatiye diyarkirin.
Rêveberê Giştî yê Bazirganiya Herêma Kurdistanê Newzad Şêx Kamil berê dabû xuyakirin ku ev nirx wekî "hevsengiyekê" hatiye destnîşankirin; ji ber ku di bazarê de bihayê tonekê di navbera 370-380 hezar dînaran de bû, lê hikûmetê bi 400 hezarî kirî, da ku piştgiriyê bide cotkaran.
Newzad Şêx Kamil her wiha destnîşan kir ku komîteyeke bilind ji bo peywendiya ligel kompanyayên navxweyî hatiye avakirin. Hat diyarkirin ku şiyana wergirtina genim dikare heta 250 hezar tonan were zêdekirin, heke were dîtin ku berhemê li ber destê cotkaran zêdetir e.
Ev prose wekî beşek ji stratejiya "Ewlehiya Xwarinê" ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê dîtin, da ku berhemê navxweyî biparêze û aboriya çandiniyê geş bike.