Wezîra Derve ya Brîtanyayê: Hizbulah dixwaze Libnanê bikişîne nav şer

Yvette Cooper
Yvette Cooper

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîra Derve ya Brîtanyayê hişyariyê li ser xeteriyên pevguhartina mûşekî ya di navbera Îran û Îsraîlê de dide û wekî xetertirîn qonaxa piştî agirbestê bi nav kir, herwesa pêşwaziya rawestandina êrîşan jî kir.

Wezîra Derve ya Brîtanyayê Yvette Cooper îro (Sêşem, 9ê Hezîrana 2026ê) di daxuyaniyekê de ragihand ku pevguhartina mûşekî ya di navbera Îran û Îsraîlê de xetertirîn dem bû piştî ragihandina agirbestê li deverê.

Wezîra navborî herwesa bal kişand ser hindê jî ku bi rêya telefonê bi Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî re axiviye û jê re ragihandiye ku destpêkirina nû ya hevrikiyan di berjewendiya tu aliyekî de nîne. Herwesa pêşwaziya daxuyaniyên Îran û Îsraîlê jî kir, ji bo rawestandina êrîşên wan ên dualî û hênikkirina rewşê.

Di pişkeka din a wê daxuyaniyê de, Wezîra Derve ya Brîtanyayê ron jî kir ku pir pêdivî ye rê li Îranê bê girtin da ku destê wê negihîje çekên atomî. Li ser rewşa Libnanê jî, navborî eşkere kir ku Hizbulah bi çavdêrî û piştgiriya Îranê dixwaze Libnanê bikişîne nav şerekî nexwestî, berevajî xwesteka gelê Libnanê.

Piştî ragihandina agirbestê li Rojhilata Navîn, aloziyên di navbera Îran û Îsraîlê de careka din gehiştin astekî xeter û her du welatan êrîşên mûşekî birin ser axa hevdu.

London û welatên Ewropayê nîgeraniya xwe ya zêde li ser bernameya atomî ya Îranê û rola komên çekdar ên wekî Hizbulahê di têkdana tenahiya Libnanê de diyar kiriye. Di vê çarçoveyê de, dîplomatkarên rojavayî ji bo parastina agirbestê û hênikkirina aloziyan li ser zextên xwe berdewam in.