DEM Partî: Ocalan bo çareseriya pirsa Kurdan nexşerêyeke nû pêşkêş kiriye

Tulay Hatimogullari
Tulay Hatimogullari

Navenda Nûçeyan (K24) - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari ragihand ku Abdullah Ocalan di hevdîtina dawiyê ya şandeya Îmraliyê de ji bo çarekirina asêbûna pêvajoya aştiyê nexşerêyeke nû amade kiriye û daxwaza derxistina "qanûna çarçoveyê" dike, da ku pirsa Kurdan ji bazineya “teror û ewlehî”yê derkeve û ji bo rêya qanûnî û demokrasiyê bê veguhastin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogullari îro (Sêşem, 9ê Hezîrana 2026) di gotarekê de eşkere kir ku Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê girtî Abdullah Ocalan bizaveke cidî ji bo danana bingeheke qanûnî ji bo pêvajoya aştiyê dike.

Hatimogullari herwesa got: "Ocalan ji bo derbazkirina paşketina pêvajoya aştiyê nexşerêyek pêşniyar kiriye. Şandeya Îmraliyê hefteya borî ligel AK Partiyêê civiya û behsa giringiya derxistina 'qanûna çarçoveyê' kiriye, berî ku parlamento bikeve bêhnvedana havînê."

Hevseroka DEM Partiyê ron jî kir ku ev qanûn ne tenê navnîşaneke teknîkî ye, belkî garantiyeke dîrokî ye ji bo pêkvejiyanê û "divê ev qanûn pirsa Kurdan ji çarçoveya ewlehiyê bo ser bingeha aştî û biratiya wekhev veuhêze. Divê desthilatdarî û opozîsyon bi hev re xwe li vê qanûnê bikin xwedî."

Di pareke din a gotara xwe de, Hatimogullari bal kişand ser êrîşên li dijî Elewiyan li Sûriyeyê û ragihand ku kampanyayeke navdewletî ya komkirina îmzeyan di bin navê "Komkujiya Elewiyan rawestînin" de hatiye destpêkirin. Ew îmze dê pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê, Parlamentoya Brîtanyayê û Neteweyên Yekbûyî (NY) bên kirin.

Hevseroka DEM Partiyê hikûmeta Şamê wekî berpirsiyara tawanên li dijî jin, zarok û pêkhateyan nîşan da û bang li dezgehên navdewletî yên mafên mirovan kir ku lêkolîneke serbixwe û bêalî li ser wan tawanan bikin.

Hatimogullari tekez kir ku pêvajoya aştiyê di qonaxeke hestyar de ye û got: "Em dizanin ku rêya demokrasî û aştiyê bizehmet e, lê biryara me heye ku em heta dawiyê di vê rêyê de bimeşin. Niha berpirsiyarî li ser milê parlamento û desthilatdariyê ye ku pêngavên kiryarkî biavêjin."