Konsulê Fransayê spasiya rolê Serok Barzanî dike

Serok Barzanî û Jan Brem
Serok Barzanî û Jan Brem

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî îro li Pîrmamê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê Jan Brem kir û her du aliyan tekezî li ser giringiya peywendiyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de kir.

Serok Mesûd Barzanî îro (Sêşem, 9ê Hezîrana 2026) li Pîrmamê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Fransayê yê li Hewlêrê Jan Brem kir.

Di wê hevdîtinê de, Konsulê Fransayê kêfxweşiya xwe bi dîtina Serok Barzanî nîşan da û tekezî li ser berdewamiya peywendiyên dîrokî û giring ên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de kir.

Jan Brem herwesa spasiya rola berçav a Serok Barzanî kir, ji bo piştgiriya wî di avakirina û giringîdana bi pêşveçûnê û berdewamiya peywendiyên di navbera her du aliyan de.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî jî bixêrhatina Konsulê Fransayê kir û destnîşan kir ku Fransayê di dîroka tevgera azadîxwaziya gelê Kurdistanê de roleke berbiçav lîstiye. Serok Barzanî rola Fransayê di hemî qonaxên dîrokî yên gelê Kurdistanê de giring nirxand û ragihand ku ew bi van peywendiyan serbilind in.

Rewşa siyasî û aloziyên deverê bi giştî, herwesa pêvajoya siyasî li Îraqê û rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê jî mijarên tewerekê din ê wê hevdîtinê bûn.