Erdogan: Pêvajoya aştiyê nexşerêyeke stratejîk a dewletê ye
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Tirkiyeyê di daxuyaniyeke nû de tekezî li ser berdewamiya pêvajoya "aştiyê" kir û ragihand ku ev pêvajo ne tenê siyaseteke ewlehiyê ye, belkî herwesa nîşana nêrîneke stratejîk a kûr a dewletê ye ji bo sedsala nû ya Tirkiyeyê.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro (Sêşem, 9ê Hezîrana 2026) ragihand; ew bawerî-bi-xwe-bûn û şiyana biryardana serbixwe ya ku welatê wî heye sedema sereke ye ji bo wan pêngavên herdemî yên ku ji herêma Kendavê heta Bakurê Afrîkayê û Rojhilatê Deryaya Navîn diavêjin.
Serokkomarê Tirkiyeyê herwesa got: "Ew wêrekî û şiyana plankirinê ya ku li ba me heye motora sereke ya pêvajoya binbirkirina terorê ye."
Li ser armancên vê pêvajoyê jî, Erdogan diyar kir: "Dema ku ev pêvajo li gorî armancên me bi rengekê serkeftî digihîje encamê, ne tenê eniya me ya navxweyî bêtir xurt dike, belkî dê ewlehiya Tirkiyeyê jî xurttir bike û dê asoyeke nû li ber gelê me veke."
Di dawiya daxuyaniya xwe de jî, Serokkomarê Tirkiyeyê ronahî berda ser stratejiya welatê xwe ji bo rûbirûbûna terorê û got: "Bi wê stratejiya ku me peyrew kir, ji bo jinavbirina terorê li serkaniya wê, me karî di navxwe û derveya welat de serkeftinên mezin û çarenivîssaz bi dest bixin."