Herêma Kurdistanê: Ji bo eşkerekerên gendeliyê xelatên darayî tên dan

Ehmed Enwer
Ehmed Enwer

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Destpakiya Herêma Kurdistanê biryareke nû derxist ku li gorî wê, xelata darayî ji bo wan kesan tê veqetandin ên ku agahiyan li ser dozên gendeliyê didin wê desteyê; herwesa nasnameya agahdarkeran dê nihênî bimîne.

Serokê Desteya Destpakiya Herêma Kurdistanê Ehmed Enwer îro (Sêşem, 9ê Hezîrana 2026) di konfranseke rojnamevaniyê de ragihand: "Piştî bicihanîna şert û rênimayên taybet, biryarek li ser dana xelata darayî ji bo agahdarkerên rewşên gendeliyê hatiye derxistin."

Ehmed Enwer herwesa da zanîn ku "xelat dê li gorî cûn, biha û giringiya agahiyê be; herwesa ji bo bicihanîna rast a qanûnê, divê agahî bigihîje qonaxa biryara dawiyê ya dadgehê."

Serokê Desteyê zêdetir hûrgilî eşkere kirin û got: "Dana xelata darayî li gorî Qanûna Desteyê ya Hejmar 3 ya Sala 2011ê ya guhertî bi Qanûna Hejmar 7 ya Sala 2014ê ye, li dû madeya pêncê, benda duyê/3 û madeya 70ê, benda pêncê ji qanûna navborî."

Hevdem Serokê Desteyê bang li welatî û fermanberên Herêma Kurdistanê kir ku "rewşên gendeliyê eşkere bikin û ji aliyê civakî ve rûbirûyî vê diyardeyê bibin."

Navborî ron jî kir ku "Desteyê fermaneke îdarî û nivîsareke fermî di vî warî de ji bo hemî dezgeh û fermangehên dewletê şandiye, daku welatî û fermanber ji vê biryarê agahdar bibin."

Ehmed Enwer tekez jî kir ku "Desteyê xeteke germ heye ji bo wergirtina agahiyan li ser rewşên gendeliyê, û nasnameya kesê agahdarker bi tevahî wekî nihênî tê parastin, ji bilî eger ew bi xwe bixwaze ku navê wî bê eşkerekirin."