Serok Barzanî pêşwaziya Ahmet Davutoglu kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Partiya Pêşerojê û Serokwezîrê Berê yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu kir û pê re rewşa siyasî, guhertinên dawiyê yên deverê û xeterî û astengiyên li pêşberî paşeroja deverê nîqaş kirin.
Serok Mesûd Barzanî îro (Sêşem, 9ê Hezîrana 2026) li Pîrmamê pêşwaziya Serokê Partiya Pêşerojê û Serokwezîrê Berê yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu kir.
Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di wê hevdîtinê de her du aliyan dîtin û nêrînên xwe li ser rewşa siyasî, guhertinên dawiyê yên deverê û xeterî û astengiyên li pêşberî paşeroja deverê li hev guhertin.
Di pareke din a wê civînê de jî, her du aliyan tekezî li ser giringiya dabînkirina aştiyê û parastina tenahiya deverê kir.