Davutoglu: Em û Serok Barzanî di rojên dijwar de pêkve bûn
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu ragihand ku Herêma Kurdistanê di şerên deverê de siyaseteke gelek durist peyrew kiriye, û diyar kir ku Serok Barzanî biezmûntirîn serkirdeyên deverê ye û bi biryareke hekîmane Kurdistan ji tevlîbûna di şer de parast.
Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu îro (Sêşem, 9ê Hezîrana 2026), di hevpeyvîneke taybet de ligel kanala Kurdistan24ê, bal kişand ser ser serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê û giringiya hevdîtên xwe yên ligel serkirdetiya siyasî ya Herêma Kurdistanê.
Davutoglu tevî nîşandana kêfxweşiya xwe bi gihîştina xwe ji bo Herêma Kurdistanê, ragihand ku serdana wî ya bo Hewlêrê wekî vegera bo mala wî bi xwe ye. Navborî ron jî kir ku di dema du salên borî de, bi merema şêwirîn û pişkdarbûna di korbendên cuda cuda de, çar caran serdana bajarên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê kiriye.
Li ser civînên xwe yên ligel Serok Mesûd Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Davutoglu got: "Min civîneke du saetî ligel Mesrûr Barzanî û hevdîtineke saet û nîvî ligel Serok Barzanî kir. Pêeywendiyeke me ya dostaniyê ya 24 salan heye û di demên dijwar de, em herdem piştgirên yekdu bûne."
Herwesa da zanîn ku di wan hevdîtinan de, nirxandin ji bo rewşa giştî ya cîhanê, bandora êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê, bandora şer li ser deverê û peywendiyên navbera Tirkiye, Îraq û Herêma Kurdistanê hatine kirin.
Li ser helwesta bêaliyane ya Hewlêrê di şerên niha yên deverê de, Serokê Partiya Pêşerojê piştgiriya xwe ji bo siyaseta herêmê diyar kir û ew wekî siyaseteke "gelek durist" wesf kir û got: "Kurdan di şerên borî de, bi taybetî di şerê Îraq û Îranê û karesata Helebceyê de, herî zêde bac dane. Ji ber wê, parastina bêalîbûnê di vê qonaxê de rêyê li ber dubarebûna wan karesat û derdeseriyan digire."
Davutoglu pesna ezmûna dîrokî ya Serok Mesûd Barzanî di parastina pêgeha herêmê de kir û ragihand ku Serok Barzanî yekane serkirdeyê siyasî yê çalak e li deverê ku ji piştî sala 1991ê û dagirkirina Kuweytê ve şahidê hemî guhertinan e, di demekê de ku serkirdeyên hevdemên wî mîna Husnî Mubarek, Yasir Erefat, Hafiz Esed û Şah Huseyn koça dawiyê kiriye.
Wî tekez jî kir ku ev ezmûna dewlemend bûye sedem ku Kurdên Îraqê nebin alavên hevrikiya hêzên derve û herêm ji şer û aloziyan dûr bikeve, herwesa got: "Serok Barzanî bi biryareke hekîmane Herêma Kurdistanê parast."
Ahmet Davutoglu destnîşan jî kir ku bajarê Hewlêrê, wekî paytexta Herêma Kurdistanê, li ser asta Rojhilata Navîn xwedî pêgeheke diyar û bibandor e. Wî ji bo nîşandana kûrahiya peywendî û baweriya xwe bi vî bajarî jî got: "Ez xwe wekî Mihemed Erbilî didim nasandin", ku ev jî wekî nîşana wê peywendiya dêrîn e ya ku ligel deverê û xelkê deverê heye.
Li ser helwestên siyasî yên Hewlêrê li hember qeyran û guhertinên deverê, Serokê Partiya Pêşerojê piştgiriya xwe ji bo biryarên siyasî yên herêmê diyar kir û tekez kir ku siyaseta niha ya Herêma Kurdistanê, siyaseteke hevseng û gelek durist e, ku aramiya herêmê diparêze.
Li ser asta peywendiyên navbera Enqere û Hewlêrê, Serokê Partiya Pêşerojê got ku dewleta Tirkiyeyê herdem Herêma Kurdistanê wekî hevpareka stratejîk a giring û bibandor li deverê dibîne, û pêşxistina vê hevpariyê xizmeta berjewendiyên aborî, siyasî û ewlehiyê yên her du aliyan dike.
Hevdem da zanîn ku pêkhateyên cuda li Tirkiye û Herêma Kurdistanê divê wekî çavkaniya dewlemendiya civakî û çandî bên dîtin, û nabe bi tu awayekî wekî xeterî li ser ewlehî û tenahiyê bên temaşekirin.
Li ser taybetmendiya pirneteweyî ya bajarê Kerkûkê jî, Davutoglu eşkere kir ku Kerkûk wekî "Îraqeke biçûk" e ji ber pêkvejiyana neteweyên cuda tê de, û bal kişand ser wê yekê ku niha parêzgarekî wî bajarî Tirkmen e ku ev jî pêngavek e ji bo pişkdarkirina pêkhateyan di birêveberiyê de.
Herwesa wî pêgeha Tirkmenan li Herêma Kurdistanê bilind nirxand û tekez kir ku pêkhateya Tirkmenan li herêmê di rewşeke gelek baş û guncayî de ye ji ber wê fazaya tenahiyê û siyaseta pêkvejiyanê ya ku li Kurdistanê tê peyrewkirin.
Ahmet Davutoglu herwesa got ku bibandorbûna PDKê li Îraqê ji bo wan gelek giring e, û Serok Barzanî xwedî serkirdetiyeke taybet û ezmûneke mezin e û divê vê yekê rengvedana xwe li ser Bexdayê jî hebe û herwesa divê serkirdeyên Îraqê feydeyî ji ezmûna Serok Barzanî wergirin.