Sê welatên Kendavê ji ber êrîşên Îranê ketin rewşa amadebaşiyê
Navenda Nûçeyan (K24) - Her sê welatên Urdin, Kuweyt û Behreyn berbanga îro (Çarşem, 10ê Hezîrana 2026) ketin rewşa amadebaşiyê; di demekê de ku Urdinê çend mûşekên Îranê teqandin, Kuweyt û Behreynê jî zengên hişyarkirinê lêdan û sîstemên xwe yên berevaniyê çalak kirin.
Ev amadebaşiya her sê welatan piştî daxuyaniya fermî ya Artêşa Pasdaran a Îranê hat, ku tê de ragihand wekî bersivdanekê li dijî êrîşên Amerîkayê, wan çend bingehên serbazî yên wî welatî li Behreyn, Kuweyt û Urdinê kirine armanc.
Êrîşên Artêşa Pasdaran û hûrgiliyên wan:
Li gorî daxuyaniya Artêşa Pasdaran, hêzên Amerîkayê berbanga îro (Çarşem, 10ê Hezîrana 2026ê) çend cih li "Cask, Sîrîk û Qişmê" kiribûn armanc (ku ji ber wê zirar gihîştibû du tankên avê li Bamaniyê û bircekê peywendiyan li Sîrîkê.
Di bersiva vê yekê de, saet 02:30 ê şevê, Hêza Deryayî ya Artêşa Pasdaran bi dironan êrîşî çend Keştiyên Pêncê yên Amerîkayê li Behreynê û Bingeha Elî Salimê li Kuweytê kir.
Herwesa Hêza Esmanî ya Artêşa Pasdaran bi mûşekên dûravêj çar armancên giring li Bingeha Ezreqê ya Urdinê hingaftin, di nav wan de cihê bêhnvedana firokeyên şer ên F-35 û navenda fermandeyî û kontrola artêşa Amerîkayê.
Îranê ragihand ku bi giştî 21 armancên Amerîkayê li bingehên esmanî û deryayî yên deverê hingaftine û dironeke ji cûnê MQ-9 a Amerîkayî jî li esmanê bajarê Cemê xistiye xwarê.
Rewşa navxweyî ya her sê welatên Kendav û Şamê:
- Urdin: Hêzên Çekdar ên Urdinê ragihandin ku sîstemên wan ên berevaniyê 5 mûşekên Îranî teqandine, ku ji Îranê ve ber bi devera Ezreqê li parêzgeha Zerqayê ve hatibûn avêtin. Tenê paşmayîyên mûşekan ketine xwarê û tu zirarên canî an madî jê çê nebûne.
- Kuweyt: Serokatiya Erkanê ya Artêşa Kuweytê diyar kir ku berbanga îro sîstemên berevaniyê yên esmanî yên welatê wan mijûlî bersivdana çend armancên esmanî yên dijminkarane ne û daxwaz ji welatiyan kiriye ku tenê pabendî rênmayiyên fermî bin.
- Behreyn: Wezareta Navxweyî ya Behreynê vê sibehê zenga hişyarkirinê lêda û daxwaz ji xelkî kir ku aram bin, ber bi cihên parastî ve biçin û ji kanalên fermî ve li benda zanyarên nû bin.
Wan her sê welatan tekez jî kir ku hêzên wan di amadebaşiya herî bilind de ne, ji bo parastina serweriya ax û esmanên xwe, di demekê de ku Îranê hişyarî daye ku ew ji bo bersivdana her êrîşeke nû ya Amerîkayê di amadebaşiya tam de ne.