Berdevkê Hikûmeta Iraqê: Em dixwazin hinardekirina petrola Kurdsitanê zêde bikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Hikûmeta Îraqê ragihand ku daxwaz û xwesteka wan heye ku asta berhemanîna petrola Herêma Kurdistanê bilind bikin, û ji bo vê yekê jî bizavê dikin ku garantiya ewlehiyê bidin kompaniyên petrolê, da ku vegerin ser karên xwe. Hevdem tekez jî kir ku ew pabendî dabînkirina mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê ne.

Berdevkê Hikûmeta Îraqê Heyder Ebûdî îro (Çarşem, 10ê Hezîrana 2026) di daxuyaniyeke taybet de bo Kurdistan24ê ragihand; di civîna Encûmena Wezîran a Îraqê de, Elî Zeydî daxwaz kiriye ku hikûmet ji bo bilindkirina asta berhemanîna petrolê li Herêma Kurdistanê kar bike.

Ebûdî da zanîn ku ji bo vê armancê jî, hikûmet bizavê dike ku garantiya ewlehiyê bide kompaniyên berhemanîna petrolê, da ku vegerin Herêma Kurdistanê û dest bi karên xwe yên derxistin û hinardekirinê bikin.

Berdevkê Hikûmeta Îraqê tekezî li ser giringiya vê pêngavê kir û aşkere kir ku zêdekirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê zêdetir garantiyê bo dabînkirina mûçeyên fermanberan dide. Herwesa got: "Em wekî Hikûmeta Federal pabendî dabînkirina mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê ne."

Di derheqa bicihanîna sîstema nû ya gumrikî de jî, Heyder Ebûdî bal kişand ser aliyê aborî û behsa sîstema ASYCUDAyê kir û ragihand: "Bicihanîna sîstema ASYCUDAyê ji bo zêdekirina dahatên negirêdayî petrolê yên welat e."