Serok Barzanî û Xelîlzad rewşa deverê û gefên li ser Îraqê nîqaş kirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya dîplomatkarê naskirî yê Amerîkayî û balyozê berê yê Amerîkayê li Îraqê Zalmay Xelîlzad kir. Di wê hevdîtinê de, her du aliyan guhertin û pêşhatên dawiyê yên deverê nirxandin.
Baregayê Barzanî îro (Çarşem, 10ê Hezîrana 2026) di daxuyaniyekê de ragihand ku Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya dîplomatkarê Amerîkayî û balyozê berê yê Amerîkayê li Îraqê Zalmay Xelîlzad kir.
Li gorî wê daxuyaniyê, di wê hevdîtinê de her du aliyan bi hûrgulî dîtin û nerînên xwe li ser guhertin û rewşa deverê û eger û gefên ku rûbirûyî Îraq û deverê dibin li hev guhertin.