Pizîşkiyan tawanbariya xiyanetê ya li ser Araqçî û Qalîbaf red dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan tawanbarkirina tîma danûstandkar a bi "xiyanetê" red kir û ragihand, medyaya fermî ya welat her tim nêrînên Rêberê Bilind nîşan nade.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan îro 14ê Hezîrana 2026an di daxuyaniyeke rojnamevanî de bal kişand ser nakokiyên navxweyî yên li ser danûstandinên bi Amerîkayê re. Pizîşkiyan diyar kir ku "Medyaya Îranê nûnertiya nêrînên Rêber nake û tiştên di televizyona fermî de tên gotin, ne neynika rênimayiyên Rêber û Encûmena Ewlehiya Neteweyî ne."

Pizîşkiyan her wiha got: "Binavkirina tîma danûstandkar wekî 'xayîn' cihê mixabiniyê ye. Biryara şer an jî danûstandinan di destê Rêber û Encûmena Ewlehiya Neteweyî de ye û divê her kes pabendî vê yekê be."

Ev daxuyaniyên Pizîşkiyan piştî wê yekê tên ku şeva borî li bajarên Tehran, Meşhed û Qumê alîgirên tevgera radîkal daketin kolanan û egera her cure lihevkirinekê bi Amerîkayê re red kirin û drûşmên tund li dijî Wezîrê Derve Ebbas Araqçî û Serokê Parlamentoyê Mihemed Baqir Qalîbaf berz kirin.

Ev pêla nerazîbûnê piştî daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump dest pê kir. Trump ragihandibû ku Washington û Tehran nêzîkî îmzekirina yadaştnameyeke hevtêgihiştinê ne. Hatibû gotin ku ev lihevkirin dirêjkirina agirbestê, vekirina Tengava Hurmizê û destpêkirina danûstandinên nû yên atomî li xwe digire.

Lê belê aliyên radîkal ên Îranê di wê baweriyê de ne ku her cure lihevkirineke nû ya bi Amerîkayê re, dubarekirina ezmûna "Peymana Atomî" ya berê ye û vê yekê wekî "tawîzeke mezin a siyasî û ewlehiyê" dibînin.