Mesrûr Barzanî û Balyozê Brîtanyayê tekezî li ser piştgiriya hikûmeta federal dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê Îrfan Sidîq re civiya. Di hevdîtinê de pêşxistina peywendiyên dualî, piştgirîkirina hikûmeta federal ji bo parastina aramiyê û giringiya çalakkirina Parlemana Kurdistanê ji bo bidawîkirina xitimîna siyasî hatin gotûbêjkirin.
Nivîsgeha Serokê Hikûmetê belav kir, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşemê, 15ê Hezîrana 2026an, pêşwazî li Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê Îrfan Sidîq kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, di civînê de tevî nirxandina rewşa giştî ya Iraqê û guhertin û pêşveçûnên dawî yên li navçeyê, her du aliyan tekezî li ser pêşxistina hîn zêdetir a peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Şanişîna Yekbûyî (Brîtanya) kirin.
Her du alî li ser pêwîstiya piştgirîkirina hikûmeta federal ji bo parastina aştî û aramiyê û rûbirûbûna astengî û zehmetiyan hevnêrîn bûn.
Di vê derbarê de Balyozê Brîtanyayê serdana meha borî ya Serokwezîr a bo Bexdayê bi giring dît û wek serdaneke serkeftî pênase kir ku di rêya çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de li ser bingeha destûrê hatiye avêtin.
Di beşeke din a civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser pêwîstiya çalakkirina Parlemana Kurdistanê wek saziyeke giring a yasadananê kir, da ku dawî li xitimîna siyasî ya li Herêma Kurdistanê were anîn.