Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê: Em ji Libnanê venakişin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Yisrael Katz di daxuyaniya xwe ya yekem a piştî lihevkirina Amerîka û Îranê de ragihand, niyaza Îsraîlê nîne ku ji herêmên ewlehiyê yên li Libnan, Sûriye û Xezzayê vekişe.

Yisrael Katz destnîşan kir, ew û Serokwezîr Benjamin Netanyahu li ser siyaseteke zelal hevnêrîn in. Li gorî vê siyasetê, artêşa Îsraîlê dê ji bo parastina sînoran û niştecihên Cihû ji komên çekdar, "heta demeke nediyar" di nav axa Libnan, Sûriye û Xezzayê de bimîne.

Katz hûrgiliyên plana xwe ya serbazî aşkera kir û got: "Navçeyên sînorî dê ji rûniştvanên herêmî werin valakirin. Hemû binesaziya li ser erdê û binê erdê, di nav de xaniyên gundên sînorî jî, dê werin rûxandin. Ev giringtirîn ders e ku me ji bûyerên 7ê Cotmehê girtiye."

Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê aşkera kir ku Netanyahu ev helwesta Îsraîlê bi zelalî ji Serokê Amerîkayê Donald Trump re gotiye. Katz bi xwe jî roja borî di hevdîtina bi Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Pete Hegseth re heman peyam daye û diyar kiriye ku saziyên serbazî û ewlehiyê yên Îsraîlê jî li dijî vekişînê ne.

Yisrael Katz ragihand, ew di mijara parastina welatiyên xwe de ti tawîzan nadin û wiha got: "Heger Îran bi hinceta bûyerên li Libnanê êrîşî Îsraîlê bike, em ê bi hemû hêza xwe bersiveke tund bidin Tehranê."

Di vê navberê de, rojnameya Yedioth Ahronoth ji zarê çavkaniyên xwe ve ragihand, Netanyahu ji Trump re gotiye: "Îsraîl pabendî xalên lihevkirina we nabe û ji Libnanê venekişe; artêş dê li cihên xwe bimîne û bersiva her êrîşeke Hizbullahê bide."