Kompaniyên petrolê şertên destpêkirina karên xwe gihandin Hikûmeta Iraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Kompaniyên petrolê yên Herêma Kurdistanê daxwaza garantiya ewlehiyê û dana deynên xwe ji Hikûmeta Iraqê dikin, û Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî jî ragihand ku eger her êrîşek bê kirin, ew bi xwe dê berpirsyariyê werbigire.

Çavkaniyekî agahdar ji danûstandinên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal îro (Duşem, 15ê Hezîrana 2026ê) li ser serdana şanda serbazî ya Îraqê û dayîna piştrastkirina ewlehiyê ji bo Kompaniyên biyanî ji Kurdistan24ê re axivî.

Wê çavkaniyê ragihand ku di civîna nûnerên Kompaniyên petrolê yên li Herêma Kurdistanê ligel Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî de, daxwaza pêşkêşkirina garantiya ewlehiyê û vegerandina deynên Kompaniyan hatiye kirin.

Li gorî gotina wê çavkaniyê, Zeydî piştrastî daye kompaniyan û gotiye: "Her êrîşeka li ser kompanî û zeviyên petrolê bê kirin, ez bi xwe dê berpirsyariya van êrîşan werbigirim." Kompaniyan herwesa ji Elî Zeydî re ragihandiye ku heta ku ew garantiya ewlehiyê ya fermî bi dest nexin, ew dest bi karên xwe nakin, û Serokwezîr jî ew garantî daye wan.

Li ser dosyeya deynan jî, wê çavkaniyê ji Kurdistan24ê re eşkere kir ku li gorî lihevkirina di navbera Hewlêr û Bexdayê de, dosyeya petrolê radestî Hikûmeta Îraqê û Kompaniya Berbazarkirina Petrolê hatiye kirin, divê ew zirarên kompaniyan qerebû bikin; lê heta niha tu biryarek di wî warî de nehatiye dan.

Wê çavkaniyê amaje jî daye ku her di wê civînê de behsa karê kompaniya şêwirmendiyê hatiye kirin û biryar e ku di dawiya vê mehê de raporta xwe ya dawiyê pêşkêş bike. Li ser boriya veguhastina petrolê jî, daxwaz hatiye kirin ku nirxê veguhastina her bermîlekê bi rengekê bingehîn bê diyarkirin.

Li gorî zanyarên Kurdistan24ê, komîteyeke hevpar di navbera Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê û şanda serbazî ya Hikûmeta Îraqê de hatiye avakirina û biryar e ku çend komîteyên din jî bên avakirina û yek bi yek serdana zevî û kompaniyan bikin û daxwazên wan bi cih bînin.