Hêkên Dihokê bazarên Îraqê dagir kirine
Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgaya Dihokê di warê berhemanîna hêkan de pêngavên mezin û giring avêtine, ku niha bi rêya pênc projeyên cuda cuda û mezin rojane pêdivîtiyên bazarên Herêma Kurdistanê û parêzgehên din ên Îraqê dabîn dike.
Pênc projeyên mezin ên berhemanîna hêkên navxweyî li parêzgaya Dihokê hene, ku rojane zêdetirî 130 hezar hêkên nû berhem tînin. Ev berhemên navxweyî ji bilî ku ji bo bazarên navxweyî yên Kurdistanê tên şandin, hejmareke zêde jê ji bo bajar û parêzgehên din ên Îraqê tê şandin.
Hekar Doskî, ku rêveberê yek ji wan projeyan e, di daxuyaniyekê de ji bo peyamnêrê Kurdistan24 Bêwar Hilmî ragihand ku ew rojane di navbera 340 heta 360 kartonên hêkan dixin nav bazarê. Wî amaje bi wê yekê jî kir ku berhema wan pişta xwe bi alîkê navxweyî girê dide, ev yek jî bûye sedem ku hêkên wan saxlem bin.
Rêveberê Çavkaniyên Caneweran li Dihokê Rêdîr Sidqî diyar kir ku pêdivîtiya rojane ya parêzgaya Dihokê bi xwe nêzîkî hezar û 500 heta hezar û 600 kartonên hêkan e. Wî ron jî kir ku niha asta berhemanînê di navbera hezar û 500 heta du hezar kartonan de ye.
Sidqî eşkere jî kir ku di paşerojeke nêzîk de, asta berhemanînê dê bo çar hezar kartonan di rojê de bilind bibe. Niha bihayê hêkên Dihokê di bazarê de guncayî ye, û kalitiya wan jî bûye sedem ku li beranberî hêkên hawirdekirî serkeftineke mezin bi dest xistiye.