Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî rewşa Kurdan li Sûriyeyê nîqaş kir

Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî
Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê HSDê di civîneke taybet de dawî pêşhatên siyasî û ewlehiyê yên Sûriye û deverê, rewşa Kurdan û pêkhateyan di nav wî welatî de nîqaş kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de amaje da ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Sêşem, 16ê Hezîrana 2026ê) ligel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî civiya.

Li gorî wê daxuyaniyê, di wê civînê de dawî pêşhatên siyasî û ewlehiyê yên Sûriye û deverê, rewşa Kurdan û pêkhateyan li wî welatî, bizavên çareserkirina pirsgirêkan, jihevtêgihiştina navbera aliyên Kurdî û hevahengî û alîkariyên ligel Şamê hatin nîqaşkirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê herwesa got: Her du aliyan tekezî li ser giringiya berdewambûna diyalogê, parastina tenahiyê û dabînkirina aştiyê li deverê kir. herwesa rûbirûbûna xeteriyên terorê û pêşxistina hevahengiyê bi armanca parastina aramiyê jî mijarên tewerekê din ê wê civînê bûn.