Elektrîka 24 saetî bo zêdetirî 90% ya welatiyên Kurdistanê hatiye dabînkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku di çarçoveya pirojeya "Rûnakî"yê de, bi bihayê sê milyar dînaran daxistin bo pişkdarên elektrîkê hatiye kirin, û niha zêdetirî 90% ji welatiyan xwedî elektrîka 24 saetî ne.

Di çarçoveya pirojeya "Rûnakî"yê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, di meha Nîsana borî de nîvê malbatan di vê pirojeyê de kêmtir ji van hejmarên li jêr elektrîk bi kar aniye û ev pere bo wan hatiye vegerandin. Ew lîste li gorî parêzgehan bi vî rengî ye:

Duhok: 57.000 dînar
Hewlêr: 54.000 dînar
Silêmanî: 41.000 dînar
Helebce: 35.000 dînar
Tevî vê yekê jî, heta îro elektrîka 24 saetî bi rêya pirojeya "Rûnakî"yê bo zêdetirî 90% ji welatiyên Herêma Kurdistanê hatiye dabînkirin. Li gorî nirxên nû, 80% ji welatiyan, bi taybetî texên kêmderamet, berdewam pereyekî kêmtir didin li beranberî wî pereyê ku berê ji bo elektrîka jenerator û elektrîka niştimanî dida.

Ji bo cara yekê li meha Mijdarê ya sala 2024ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pirojeya stratejîk a "Rûnakî"yê ragihand. Paşê di meha Gulana îsal (2026) de, Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi yekdengî biryar li ser nirxên nû yên elektrîkê da, ku ev yek di çarçoveya berfirehkirina pirojeya Rûnakîyê de ye, bo dabînkirina elektrîka 24 saetî li seranserî Herêma Kurdistanê heta dawiya sala 2026an.

Biryar e ku heta dawiya sala 2026ê, elektrîka 24 saetî bo hemî malbatan û cihên bazirganî yên Herêma Kurdistanê bê dabînkirin.