DEM Partiyê daxwaza derxistina "Qanûna Çarçoveyê" bo Pêvajoya Aştiyê kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Şanda Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî), bi armanca derxistina "Qanûna Çarçoveyê" li ser pêvajoya aştiyê berî girtina Parlamana Tirkiyeyê bo bêhnvedana havînê, dest bi hejmareke hevdîtin û civînan ligel partiyên siyasî kiriye.

Piştî ku "Komîsyona Demokrasî, Biratî û Yekrêziya Niştimanî" ya ku di Parlamana Tirkiyeyê de hatibû avakirin di meha Sibata borî de karên xwe bi dawî kirin û di raporteka hevpar de pêşniyara derxistina "Qanûna Çarçoveyê" kir, niha DEM Partiyê û Şanda Îmraliyê bizavên xwe zêde kirine, daku ew qanûn berî bêhnvedana havînê ya parlamanê bê pejirandin.

Di vê çarçoveyê de, Şanda Îmraliyê, ku ji parlamenterên DEM Partiyê Pervin Buldan û Mithat Sancar pêkhatibû, ligel Serokê Parlamana Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş civiya.

Piştî wê civînê, wê şandê di daxuyaniyekê de diyar kir: "Me nêrîn û hincetên xwe li ser pêdivîtiya derxistina Qanûna Çarçoveyê berî girtina parlamanê û çaverêkirinên xwe di wî warî de gihandin Serokatiya Parlamanê."

Zanyar Amajeyê bi wê yekê dikin ku Şanda Îmraliyê dê li ser bizavên xwe berdewam be û dê ji bo eynî armancê serdana aliyên din ên siyasî yên Tirkiyeyê jî bike.