Konsulê Çînê: Li Herêma Kurdistanê tenahî heye
Navenda Nûçeyan (K24) - Konsulê Giştî yê Çînê li Herêma Kurdistanê tekezî li ser hevahengî û peywendiyên navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê kir, herwesa ragihand ku tevî cudahiyên çand û ziman, gelek nirx û xalên hevpar di navbera her du aliyan de hene.
Konsulê Giştî yê Çînê li Herêma Kurdistanê Liu Jun îro (Çarşem, 17ê Hezîrana 2026ê) di birêveçûna merasîma "Avakirina Pêşerojeke Hevpar bo Şaristaniyan" de ragihand: "Çîn û Herêma Kurdistanê xwedî çand û zimanên cuda ne, lê nirxên wan ên hevpar hene.”
Konsulê Çînê herwesa got: “Niha cîhan bo aştiyê dixebite û tevî hebûna astengiyên deverê, li Herêma Kurdistanê tenahî heye. Divê em şaristaniyekê ava bikin, ku di berjewendiya hemî aliyan de be."
Liu Jun herwesa diyar kir ku ew aliyên çandên wan ji hev cuda ne, nabe li dijî hev rawestin, belkî divê hev bigirin û rêzê li edet û çanda hev girtin. Wî bal kişand ser wê yekê jî ku li Herêma Kurdistanê xelk xwe fêrî zimanê Çînî dike û teknolojiya çînî bi kar tîne, herwesa got: "Me rêzên taybet jê re hene. Divê zêdetir kar li ser şaristaniya Çînî û çanda Kurdî bê kirin û berhemên mezintir hebin."
Konsulê Giştî yê Çînê eşkere jî kir ku wan di çanda Çînî de feyde ji şahberhema "Mem û Zîn"ê ya Ehmedê Xanî wergirtiye. Wî herwesa heyraniya xwe bi xwarin û erf û edetên Kurdî jî diyar kir û tekez kir ku ew dê li ser hevahengî û hevpariya zêdetir di navbera Çîn û Herêma Kurdistanê de berdewam bin.
Di sala 2024ê de, di civîna 78ê ya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, bi yekdengî biryarek hat pejirandin, ku ji aliyê Çînê ve hatibû pêşniyarkirin. Li gorî wê biryarê, 10ê Hezîrana her salekê wekî "Roja Navdewletî ya Diyaloga Navbera Şaristaniyan" hat destnîşankirin, bi armanca hişyarkirina xelkî li ser nirxê pirçandiyê û pêşxistina diyalogê, rêzgirtina dualî û yekdengiya cîhanî. Roja 10ê Hezîrana sala 2025ê wekî gera yekê ya roja cîhanî ya danûstandinên navbera şaristaniyan bû.