Sefîn Dizeyî: Kurdistanê modelekî dewlemend ê pêkvejiyana aştiyane nîşanî cîhanê daye

Sefîn Dizeyî
Sefîn Dizeyî

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku Kurdistanê kariye modelekî dewlemend ê pêkvejiyana aştiyane di navbera pêkhateyên cuda cuda de nîşan bide. Wî tekez jî kir ku li dawiyê tenê bi rêya diyalogê pirsgirêk tên çareserkirin.

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî îro (Çarşem, 17ê Hezîrana 2026ê) tevlî merasîma "Roja Navdewletî ya Diyaloga Navbera Şaristaniyan" bû û gotareka fermî û berfireh li ser pêgeha Herêma Kurdistanê, astengiyên herêmî û pirsa diyaloga çandî pêşkêş kir.

Sefîn Dizeyî di destpêka gotara xwe de bal kişand ser girîngiya pêşxistina çanda diyalogê di navbera şaristaniyan de û ragihand: "Vê mijarê girîngiyeke taybet bo Herêma Kurdistanê heye. Divê dengê me ji Herêma Kurdistanê bigihîje tevahiya cîhanê û gelên din ji me fêm bikin."

Navborî danberheviyek di navbera dema borî û niha de kir û got: "Di dema borî de dengê me hatibû qutkirin û li dervayî welat nedihat bihîstin. Civaka navdewletî di dema xwe de nekarîbû dengê girîna me bibhîse, yan ew eşkencedan û jenosîdên ku li dijî gelê me hatibûn kirin bibîne."

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve di pişkeka din a axaftina xwe de bal kişand ser guhertinên cîhana hevçerx û rûdanên Rojhilata Navîn û diyar kir: "Niha cîhan guheriye; ew cîhana ku duhî hebû, îro ne bi wî awayî ye û cuda ye. Em dizanin ku niha astengiyên mezin hene; agir berbûbû tevahiya devera Rojhilata Navîn, her çend e Herêma Kurdistanê parek ji van astengî û hevrikiyan nebû, lê mixabin me qurbanî dan."

Sefîn Dizeyî tekez kir ku kilîta serekî ya çareserkirina qeyranan jihevfêmkirin e û ragihand: "Di dawiya her rûbirûbûnekê de, divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin. Diyalog bo pêşveçûna her civakekê gelek giring e û aştiya cîhanî jî pêdivîtî bi wê yekê heye ku tevahiya civakan ligel hev danûstandinan bikin û bi rêya wan danûstandinan cudahiyên xwe bigihînin hev." Wî tekez jî kir ku divê tevahiya mirovahiyê di cîhanê de bi rûmet û aştî bijîn.

Li ser ezmûna navxweyî ya Herêma Kurdistanê di pirsa pêkvejiyanê de, Dizeyî got: "Li vê derê li Herêma Kurdistanê, çîrokên me yên serkeftinê yên cuda cuda hene. Ev çend sedsal in ku xelk bi reng, netewe û dînên cuda cuda bi aştî ligel hev dijîn. Ev pêkvejiyana li Kurdistanê bi awayekê xweriskî bûye; bêyî ku qanûneke taybet hebe yan hikûmet biryarekê bide, hemî pêkhateyan rêz li hev girtiye û rêz li ramanên hev ên cuda girtiye, ku ev jî xala werçerxan û bingehîn e bo pêşveçûna her civakekê."

Li ser peywendiyên navdewletî yên Herêma Kurdsitanê jî, Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve eşkere kir: "Em gelek bextewar in ku em xwedî civakeke mezin, pirreng û cuda ne, û em kêfxweş in ku nûnerên welatan li Herêma Kurdistanê ne. Me kariye çîroka serkeftin û xweragiriya Herêma Kurdistanê bigihînin welatan, ku ew jî di pirtûk, fîlm û berhemên xwe yên sînemayî de behsa wê dikin. Ev jî pêngaveka giring e, bo çêkirina pira hevnasînê di navbera çandên cuda cuda de."

Ev jî di demekê de ye ku li sala 2024ê di civîna 78ê ya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, bi yekdengî biryarek hat pejirandin, ku ji aliyê Çînê ve hatibû pêşniyarkirin. Li gorî wê biryarê, 10ê Hezîrana her salekê wekî "Roja Navdewletî ya Diyaloga Navbera Şaristaniyan" hat destnîşankirin, bi armanca hişyarkirina xelkî li ser nirxê pirçandiyê û pêşxistina diyalogê, rêzgirtina dualî û yekdengiya cîhanî. Roja 10ê Hezîrana sala 2025ê wekî gera yekê ya roja cîhanî ya danûstandinên navbera şaristaniyan bû.