Hizbulah: Projeya Îsraîlê bi ser neket û şer dê berdewam be

Navenda Nûçeyan (K24) - Emîndarê Giştî yê Hizbulaha Libnanê ragihand ku projeya Îsraîlê li herêmê tûşî şikestinê bûye û Eniya Miqawemeyê rê nedaye Îsraîl axa wan kontrol bike an armancên xwe bihingêve. Hizbulaha Iraqê jî hişyariyê dide û radigihîne ku "şer hîn bi dawî nebûye."

Emîndarê Giştî yê Hizbulaha Libnanê Naîm Qasim îro (Çarşem, 17ê Hezîrana 2026ê) di gotarekê de got ku gelê Îranê, Eniya Miqawemeyê û gelên azadîxwaz ên cîhanê ji ber vê "serkeftina mezin" hejî pîrozbahiyê ne.

Naîm Qasim herwesa got: "Komara Îslamî ya Îranê roleke sereke di bihêzkirina Libnanê de bo rawestana li beramberî destdirêjiyan û herwesa şikandina wan bizavên ku armanca wan hilweşandina rejîma Îranê bû." Wî tekez jî kir ku niha hevsengiya hêzê li deverê ber bi guhertinê ve diçe.

Emîndarê Giştî yê Ketayîbên Hizbulaha Iraqê Ebû Husên Hemdawî jî di daxuyaniyekê de bi helkeftina hatina meha Muheremê ragihand: "Şer hîna bi dawî nebûye." Hemdawî amaje bi wê yekê jî kir ku herçend e gereke şer bi serkeftinê bi dawî bûye, lê qonaxên xetertir û dijwartir li pêş in, lewma divê hêzên wan di asta herî bilind a amadebaşiyê de bin û tiliyan wan li ser celebka çek be.

Emîndarê Hizbulaha Iraqê herwesa ragihand ku mirov nikare baweriyê bi sozên dijmin bîne û piştguhxistina planên wan nîşaneya xişîmiyê ye. Wî herwesa got: “Ew ji kuştina serkirdeyan û bi hezaranser kesan li Xeze, Libnan, Yemen û Iraqê berpirsiyar in, lewma ev şer wekî şerê "heq û batil" dê heta bidestxistina dadperweriyê û hilweşandina erşê stemkaran berdewam be.”