Nêçîrvan Barzanî: Yekrêziya Kurdan li Sûriyeyê bingeha misogerkirina mafan e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) kir. Di civînê de dawîn pêşhatên Sûriyeyê û giringiya beşdariya Kurdan di pêvajoya siyasî de hatin gotûbêjkirin.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 18ê Hezîrana 2026an, li Hewlêrê ligel Desteya Serokatiya ENKSê civiya. Di civînekê de, rewşa giştî ya navçeyê, dawîn pêşhatên qada Sûriyeyê, rewşa Kurdan û deverên Kurdî li wî welatî, ligel hilbijartinên dawî yên Encûmena Gel li Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan tekezî li ser giringiya beşdariya Kurdan di pêvajoya siyasî û saziyên siyasî, yasadanan û rêveberiyê yên Sûriyeyê de kirin, wekî bingeheke sereke ji bo mîsogerkirina mafên wan ên rewa.

Di vê çarçoveyê de, Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser rol û amadeyiya bibandor a ENKSê û giringiya yekhelwestiya Kurdan li Sûriyeyê û berdewamiya diyalog û hevtêgihiştina navbera hemû aliyên Kurdî de kir.

Her wiha Nêçîrvan Barzanî hander bû ji bo pêşxistina peywendî û hevkariya hevbeş li gel Şamê, bi armanca dîtina çareseriyeke giştgir ji bo kêşeyên siyasî yên hilawistî, bi awayekî ku asayîş û aramiyê biparêze.

Ji aliyê xwe ve, şandeya ENKSê kurteyek derbarê çalakî û hewlên siyasî yên Encûmenê pêşkêş kir, her wiha spasiya xwe ji bo piştgiriya berdewam a Nêçîrvan Barzanî û Herêma Kurdistanê bo Kurdan li Sûriyeyê anî ziman.

Metirsiyên rêxistina terorîst a DAIŞê û liv û tevgerên wê yên dawî li navçeyê, tewereke din a civînê bû. Di vê derbarê de, bal hate kişandin ser serdana dawî ya Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo karûbarên Iraq û Sûriyeyê Tom Barrack bo Hewlêrê û civîna wî ya hevbeş ligel Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî, ku tê de tekezî li ser pêşxistina hevkariya hevbeş ji bo rûbirûbûna terorê hatibû kirin.