80% ji karên cadeya Sêmêl-Sêcê temam bûne

Navenda Nûçeyan (K24) - Projeya cadeya du-alî ya Sêmêl-Sêcê wek yek ji projeyên stratejîk ên parêzgeha Dihokê tê hesibandin, karên çêkirinê tê de bi rengekê bi lez berdewam in û rêjeya bicihanîna wê ji 80% derbas bûye. Ev rê, ku dirêjiya wê 9 kîlometre ye, dê bibe dergehekî nû yê hatin û çûnê di navbera Dihok, Sêmêl û Zaxoyê de û barê qerebalixiya trafîkê jî dê kêm bike.

Li gorî zanyarên meydanî yên ku hatine ragihandin, ev projeya modern xizmetkarî û pergalên pêşkeftî yên avrêjên sindoqî, ronahîkirin, deverên keskatî û çend pirên cuda cuda vedigire.

Endazyarê serperiştkar ê projeyê Mihemed Salih diyar kir ku ev proje ji hejmareka çaryan, pir û torên avrêjan pêk tê. Wî aşkere jî kir ku ev proje ji aliyê kompanyaya "North Light"ê ve di dema du salan de tê bicihanîn û ev 18 meh in ku karên çêkirinê bê rawestan tê de berdewam in.

Nûnerê kompanyaya "North Light"ê Şeban Selîm jî ron kir ku niha ew di qonaxa çêkirina piran de ne û nêzîkî 300 karmend û karkeran berdewam li ser vê projeyê dixebitin. Wî tekez jî kir ku ev rê ne tenê ji bo bajarokê Sêmêlê giring e, belkî dê xizmeteka mezin bigihîne warê veguhastina berhemên çandiniyê û bazarganiya deverê jî.

Muxtarê gundê Sêcê Kerîm Sebrî jî bal kişand ser hizreta demdirêj a xelkê deverê û got: "Xelkê deverê zêdetir ji 44 salan e ku li benda bicihanîna vê projeyê ne." Wî da zanîn jî ku di gundê Sêcê de nêzîkî 200 malbatên Mesîhî dijîn û bi temambûna vê rêyê, ew dê bibin mifadarên serekî.

Ev proje di çarçoveya bizavên stratejîk ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye, ku armanc jê hêsankirina hatin û çûna welatiyan, xurtkirina jêrxaneya aborî û dabînkirina jîn û jiyareka baştir bo şêniyên parêzgeha Dihokê û derdora wê ye.