Pervin Buldan: Derxistina qanûna Pêvajoya Aştiyê tenê pênc rojan dixwaze

Pervin Buldan
Pervin Buldan

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgira Serokê Parlamena Tirkiyeyê û Endama Şanda Îmralî ya DEM Partiyê Pervin Buldan ragihand ku eger îradeya siyasî hebe, derxistina qanûna girêdayî Pêvajoya Aştiyê ne karekî mezin e û di dema pênc rojan de dê temam bibe.

Cîgira Serokê Parlamena Tirkiyeyê Pervin Buldan îro (Înî, 19ê Hezîrana 2026ê) di hevdîtineka medyayî de bal kişand ser bizavên destpêkirina Pêvajoya Aştiyê û got: "Heta ku ev pêvajo demeka zêdetir bikişîne, metirsiyên li ser serkeftina wê zêdetir dibin. Eger xwestek hebe, derxistina wê qanûnê tenê pênc rojên kar divên. Eger ew qanûn derbikeve, nexşerê dê diyar bibe û ew pêvajo dê pir bilez bibe."

Buldanê li ser civîna xwe ya ligel Serokê Parlamena Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ya li ser Pêvajoya "Aşitiyê" amaje bi wê yekê kir ku Kurtulmuş jî hevnerîn e ku derxistina qanûneka çarçoveyê berî bêhnvedana parlamenê dê xizmeta Tirkiyeyê bike. Herwesa got: "Herçend e hîn encameka konkrêtî nîne, lê ez geşbîn im, vê carê mimkin e hêsantir be."

Li ser hûrgiliyên wê qanûnê jî, Pervin Buldan ron kir ku behsa qanûneka çarçoveyê tê kirin ku tenê 7 heta 8 madeyan vedigire. Eger du rojan di lîjneyan de kar li ser bê kirin û paşê bikeve ber destê civîna giştî ya parlamenê, di dema 5 rojan de hemî karên wê bi dawî dibin.

Wê endama şanda Îmraliyê tekez li ser wê yekê jî kir ku divê berî bêhnvedana parlamenê ev pêngav bê avêtin, ji ber ku "rewşa Rojhilata Navîn û îhtîmalên şerê navbera Îran, Amerîka û Îsraîlê nediyar in, herwesa di navxweya Tirkiyeyê de jî kesên weha hene ku dixwazin pêvajo serkeftî nebe, ji ber wê yekê her derengketinek metirsiyên li ser Pêvajoya Aştiyê zêdetir dike."