Li Silêmaniyê berhemanîna elektrîka solarê nêzîkî 100 megawatan bûye

Navenda Nûçeyan (K24) - Li gorî amarên nû yên Rêveberiya Giştî ya Elektrîka Silêmaniyê, bikaranîna sîstema solarê (enerjiya rojê) ji aliyê welatiyan û kertên cuda cuda ve bi awayekê berçav zêde bûye û tenê di dema 35 rojan de, zêdetirî pênc megawatan elektrîk ji wê çavkaniyê ve zêde bûye.

Pişka Enerjiyên Nûbûyî li Rêveberiya Teknîkî ya girêdayî Rêveberiya Giştî ya Elektrîka Silêmaniyê îro (Înî, 19ê Hezîrana 2026ê) amara nû belav kir û tê de hatiye: "Heta roja 14ê Hezîranê, hejmara giştî ya berhemînana elektirîkê ji enerjiya rojê li sînorê parêzgeha Silêmaniyê gihîştiye zêdetirî 97 megawatên elektirîkê."

Data nîşan didin ku di dema navbera 6ê Gulanê heta 14ê Hezîranê de, yanî tenê di dema 35 rojan de, hejmara tevlîbûyîyên sîstema solarê ji 3 hezar û 746 tevlîbûyîyan bo 4 hezar û 61 tevlîbûyîyan zêde bûye. Her di wê heyamê de, elektrîka berhemhatî ji 91.623 megawatan bo 96.140 megawatan bilind bûye, ku ev jî pêşketineka bilez û berçav di kerta enerjiya paqij de nîşan dide.

Parvebûna tevlîbûyîyên sîstema solarê

Li gorî nûtirîn datayên wê rêveberiyê, tevlîbûyîyên ku heta niha sîstema solarê danaye û bi rengekê fermî hatine tomarikirin bi vî rengê xwarê parve bûne:

Mal: 3.354 tevlîbûyî
Kerta Bazirganî: 579 tevlîbûyî
Kerta Çandiniyê: 106 tevlîbûyî
Kerta Pîşesaziyê: 15 tevlîbûyî
Kerta Hikûmî (Mîrî): 7 tevlîbûyî
Sîstema enerjiya rojê li Herêma Kurdistanê wekî cîgireka giring bo kêmkirina zextê li ser tora niştimanî ya elektirîkê tê dîtin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi rêya hêsankariyên qanûnî û teknîkî welatiyan û xwedîkaran bo wergirtna feydeyî ji vê enerjiya jîngehî û kêmxercî pal dide.