Ehmed Şera: Em naxwazin bi Libnanê re bikevin nava ti alozî û rageşiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Sûriyeyê ragihand, tevî "birînên kûr" ên ku ji ber destwerdana leşkerî ya Hizbullahê û Îranê di nava 14 salên borî de li Sûriyeyê çêbûne, ew amade ne ji bo berjewendiya her du welatan ligel Hizbullaha Libnanî rûnên û diyalogê bikin.

Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera îro 21ê Hezîrana 2026an di hevpeyvîneke taybet de ligel kanala "El-Meşhed" diyar kir, eger gotûbêjkirina ligel Hizbullahê di berjewendiya gelê Libnanê de be û ewlehiya neteweyî ya Sûriyeyê dabîn bike, ew deriyê diyalogê nagirin. 

Herwiha got: "Ez bi diyalogê bawer dikim, heta ligel neyarên xwe jî. Girtina deriyên diyalogê tê wateya şer, loma divê diyalog her tim rêberê me yê sereke be."

Serokê Sûriyeyê bi tundî rexne li mîrata "xirab" a rejîma berê ya Sûriyeyê (rejîma Esed) girt û tekez kir, şêwazê peywendiyên berê yê bi Libnanê re şaşiyeke mezin bû. Şera got: "Gelê Sûriyeyê jî wekî gelê Libnanê ji ber zilma rejîma berê êş û azarên mezin kişandin."

Derbarê rola Hizbullahê ya di salên şer de, Şera got: "Birîneke me ya pir kûr heye. Di nava 14 salan de gelê me rûbirûyê koçberî û karesatan bû. Hizbullahê karesatên mezin li hundirê Sûriyeyê pêk anîn û lingên Pasdarên Îranê xistin nav welatê me."

Li ser peymana aştî ya navbera Libnan û Îsraîlê, Serokê Sûriyeyê bi guman nêzîk bû û diyar kir ku mercên bingehîn ji bo aştiyeke rastîn hîn ne amade ne. Şera got: "Gava aliyek diçe Washingtonê û peymana aştiyê îmze dike, lê di heman şevê de mûşekek ji Libnanê ber bi Îsraîlê ve tê avêtin, wateya vê aştiyê çi ye? Gava tu sozekê didî, divê tu karibî wê sozê bicih bînî."

Ehmed Şera bal kişand ser wê yekê ku her pêşniyarek an hewildanek, divê bi rêya saziyên fermî yên dewleta Libnanê derbas bibe. Herwiha anî ziman ku daxwaza Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo rawestandina şer derfetek e ku Şam di nava Libnanê de roleke erênî û bi rêya saziyên fermî bilîze.

Şera di dawiya axaftina xwe de got: "Pirsgirêka me ya kûr bi Hizbullahê re heye, lê em naxwazin Libnan bi temamî têk biçe. Em dixwazin pirsgirêka wê komê çareser bikin û Libnanê bi zindî bihêlin."

Ev daxuyaniyên Şera di demekê de ne, Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvînekê de ragihandibû, rêveberiya wî ji gava radestkirina dosyaya Hizbullahê ji bo Sûriyeyê nêzîk bûye; bi armanca ku hêz û desthilateke zêdetir bide Ehmed Şera ji bo kontrolkirina navçeyê."