Mesrûr Barzanî: Em tekezî li ser pêşxistina peywendiyên bi Rûsyayê re dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 22ê Hezîrana 2026an pêşwazî li Balyozê Rûsyayê li Iraqê Elbrus Kutrashev kir.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê: "Di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê Maksîm Rubin jî amade bû, her du aliyan tekezî li ser pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Rûsyayê kirin."

Balyozê Rûsyayê destnîşan kir ku "Herêma Kurdistanê li cem hikûmet û serkirdayetiya Rûsyayê xwedî pêgeheke taybet e" û xwesteka welatê xwe ya ji bo pêşvebirina peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê anî ziman.

Di beşeke din a hevdîtinê de, pêşhat û guhertinên dawî yên rewşa giştî ya Iraq û herêmê hatin nirxandin.