Li gundewarê Qamişlo bi hezaran hektar dexl û danê cotkaran şewitîn

Qamişlo (K24) – Di werzê dirûnê de, agir bi dexl û danê cotkarên Rojavayê Kurdistanê ketiye û bi hezaran hektar zeviyên genim û ceh şewitîn. Cotkarên ku salekê li benda berhemê xwe bûn, niha daxwaza qerebûkirinê dikin.

Li gundewarên Qamişlo û gelek herêmên din ên Rojavayê Kurdistanê, her roj nûçeyên şewatê tên. Agirê ku ji ber sedemên cuda derdikeve, di nava bîstekê de ked û xewnên cotkaran dike xwelî. Cotkar diyar dikin ku ji bilî germa Havînê, nebûna mazotê jî bûye sedem ku dirûn dereng bikeve û rîska şewatê zêde bibe.

Cotkarên ku zeviyên wan şewitîne, di nava xemgîniyeke mezin de ne. Ehmed Hefso, yek ji wan cotkaran e ku hemû keda wî ya salekê di nava agir de winda bûye.

Ehmed Hefso ji Kurdistan24ê re got: "9 çewalên min bi temamî şewitîn. Ev nanê zarokên me bû, rizqê me hemûyan bû. Me salekê çavê xwe dabû vê xakê. Mixabin ji ber nebûna mazotê, me nekarî berhemê xwe zû biçinin û bînin malê. Niha em li ser vê xweliyê mane."

Cotkar Ebbas Seyah jî balê dikşînin ser wê yekê ku agir bi lezeke mezin belav dibe û tîmên agirkujiyê carinan nikarin bidin ser de. Ew dibêje: "Agir ji aliyê gundê Sehilê ve hat û ber bi gundên din ve belav bû. Me dît ku agir bi dexlê gundê Firazeyê jî ket. Tîmên agirkujiyê hatin, lê ji ber bayê û germahiyê agir pir zêde bû. Me gelek hektar zevî winda kirin."

Îsal tevî ku baran baş bû û cotkar bi hêvî bûn, lê bihayê kêm ê genim, lêçûnên giran ên veguhastinê, nebûna mazotê û di dawiyê de jî şewat, bûne derbeke giran li aboriya gundiyan.

Cotkarên Rojavayê Kurdistanê bang li Rêveberiya Xweser û saziyên têkildar dikin ku ji bo qerebûkirina zirarên wan gavan biavêjin, nexwe dê sala bê nekaribin zeviyên xwe biçînin.