Çar welat amadekariyan bo vekirina nûneratiyên xwe li Hewlêrê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Di çarçoveya berfirehbûna pêgeha dîplomatîk a Herêma Kurdistanê de, çar welatên giring ên cîhanî û Erebî bo vekirina nûneratiyên xwe yên fermî li paytexta Herêma Kurdistanê amadekariyên fermî dikin, lê rênimayiyên îdarî yên Bexdayê û aloziyên navdewletî pêvajo hinekî sist kiriye.
Endamê Lîjneya Peywendiyên Dereve li Parlamena Iraqê Zîrek Zêbarî îro (Sêşem, 23ê Hezîrana 2026ê) ji malpera Kurdistan24ê re ragihand ku her yek ji welatên Ukrayna, Azerbaycan, Behreyn û Omanê dixwazin nûneratiyên xwe yên fermî li paytexta Herêma Kurdistanê vekin.
Bi gotina wî endamê Lîjneya Peywendiyên Dereve li Parlamena Iraqê, van welatan pêştir destpêşxerî kiriye û niyeteka cidî bo vê pêngavê heye, lê hinek sedemên dereve li pêşberî bicihanîna bilez a vê biryarê bûne asteng.
Li ser sedemên paşketina vekirina nûneratiyan, wî zelal kir ku ji ber bandorên şerê Ukraynayê û hebûna hinek rênmayiyên kargîrî îdarî ku divê li Bexdayê bên kirin, pêvajoya vekirina nûneratiyên Ukrayna û Azerbaycanê bi sistî bi rê ve diçe.
Her wekî ku wî got, her du welatên Behreyn û Omanê amadebûna xwe ya temam nîşan daye, lê ji ber rewşa hestiyar a deverê û aloziyên di navbera Îsraîl û Îranê de, planên xwe yên vekirina nûneratiyan bo demekê demkî paş xistine.
Di vê çarçoveyê de, Zîrek Zêbarî tekezî li ser rola Parlamena Iraqê kir û ragihand ku Lîjneya Peywendiyên Dereve bi rengekê cidî li ser vê pirsê kar dike. Wî amaje bi wê yekê jî kir ku erkê li ser milê wan e ku li Bexdayê zextê bikin û astengên îdarî rakin, daku ew welat bikarin di zûtirîn dem de nûneratiyên xwe li Hewlêrê vekin.
Parlamenterê navborî behsa wê yekê jî kir ku vekirina van nûneratiyên nû pêngaveka giring e bo vebûna zêdetir a Herêma Kurdistanê li ber welatên Erebî û cîhanê, ku ev yek dê bandoreka erênî li ser xurtkirina peywendiyên siyasî, aborî û çandî yên navbera Herêma Kurdistanê û wan welatan bike.