Hollanda geştên esmanî bo Iraq û Herêma Kurdistanê tên destpêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Balyozxaneya Hollandayê li Iraqê ragihand ku ji ber asayîbûna rewşa deverê û tenahiya asmanê deverê, geştên esmanî ji balafirxaneyên Hollandayê bo balafirxaneyên Iraq û Herêma Kurdistanê tên destpêkirin.

Balyozxaneya Hollandayê li Iraqê îro (Pêncşem, 25ê Hezîrana 2026ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê belav kir ku nûçeyeke xweş û rênmayiyên geştên navbera Hollanda, Iraq û Herêma Kurdistanê hatine nûkirin.

Balyozxaneyê diyar jî kiriye ku pişkeka berfireh a Iraqa Federal û Herêma Kurdistanê ji asta "Sor" bo asta "Pirteqalî" hatiye guhartin. Ev pêngav jî wekî nîşaneka vegeriyana rewşê bo berî şerê Îranê û nebûna tenahiyê li Rojhilata Navîn û deverê tê dîtin, lewma jî ji niha û pê de geştên esmanî yên giring dê bên destpêkirin.

Hêla Esmanî ya Hollandayê li roja 21ê Nîsana îsal (2026), ji ber rewşa şer û aloziyên deverê hemî geştên xwe yên asmanî bo Rojhilata Navîn heta 28ê Hezîranê rawestandibûn û ragihandibû ku ji ber nebûna piştrastî û tenahiyê ev biryar hatiye dan heta ku rênmayiyên nû digihin.