Duberdanî: Zêdetirî yek milyar dolaran di malên berpirsan de hatin desteserkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Endamekê Parlamentoya Iraqê hûrgiliyên nû li ser kampanyaya girtina berpirsên gendelkar eşkere kirin û ragihand ku zêdetir ji yekv milyarek dolaran di malên berpirsan de hatine destserkirin, herwisa fermana girtinê bo bi dehan serkirde û parlamenteran jî derketiye.
Endamê Parlamentoya Iraqê Şêrwan Duberdanî îro (Yekşem, 28ê Hezîrana 2026ê) di daxuyaniyekê de bo peyamnêrê Kurdistan24ê Dîlan Barzan haydariyên nû li ser pêvajoya girtina berpirsên Iraqî bi tometa gendeliyê eşkere kirin.
Duberdanî diyar jî kir ku li ser bingeha îtirafên berê yên Cîgirê Wezîrê Petrolê yê berê Ednan Cumeylî, lîsteyek hatiye amadekirin ku zêdetir ji 120 kesan di nav de ne. Di nav wê lîsteyê de nêzîkî 12 parlamenterên niha û yên gera berê û hejmareka serkirde û berpirsên pilebilind hene.
Girtina 20 kesan û hişyariya li ser siyasîkirina dosyeyê
Wî parlamenterî da zanîn jî ku pêvajoya girtinan çend parêzgeh vegirtine û heta niha zêdetir ji 20 kesan hatine girtin. Wî zelal jî kir ku du kes li bajarê Hewlêrê hatine girtin û rêjeya herî zêde ya girtinan jî li Herêma Kesk a Bexdayê bûye, lê hinek ji kesên daxwazkirî di malên xwe de nebûn û reviyane.
Şêrwan Duberdanî herwisa hişyarî li ser siyasîkirina vê dosyeyêl da û got: “Tirs heye ku ev mijar bê siyasîkirin lê eger ev kampanya berdewam be û neyê siyasîkirin, dê gelê Iraqê dilxweş bike.”
Navborî herwisa bal kişand ser qebareya gendeliyê û eşkere kir ku tenê di rojekê de zêdetir ji yek milyar dolaran di malên wan berpirs û serkirdeyan de hatine dîtin û destserkirin. Wî tekez jî kir ku rewşa îdarî û darayî ya Iraqê pir xirab e û bi vê qebareya mezin a gendeliyê, firotina petrolê û karkirin tu feydeyek ji bo welatî nabe.
Kampanyaya berfireh a girtina berpirsan li Iraqê piştî wê yekê tê ku di dawiya meha Gulana 2026ê de Cîgirê berê yê Wezîrê Petrolê Ednan Cumeylî bi tometa gendeliyê hatibû girtin. Di dema lêkolînan de, navborî îtirafên metirsîdar kirin û navên bi dehan berpirs û parlamenterên ku di dizîna çavkaniyên giştî de hevpar in eşkere kirin.
Hêzên Dezgeha Dijeterorê û hêzên din ên ewlehiyê şevêdî operasyondeka berfireh li Bexdayê û çend parêzgehên din dest pê kir û destê xwe dana ser hejmareka pir mezin a dolar, dînîr, zêr û milkên tometbaran.