Ebdula Mehmûd: Bizavên me bo wekhevkirina mûçeyên girtiyên siyasî berdewam in
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyên Herêma Kurdistanê ragihand ku civînên wan li gel aliyên peywendîdar ên hikûmeta federal berdewam in, bi merema wekhevkirin mûçeyên girtiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li gel Bexdayê.
Wezîrê Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ebdula Hacî Mehmûd îro (Yekşem, 28ê Hezîrana 2026ê) di kongreyeka rojnamevanî de li bajarê Bexdayê ragihand ku bizavên wan ên îdarî û qanûnî li gel hikûmeta federal berdewam in daku mûçe û mafên darayî yên girtiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li gel ên Iraqê wekhev bikin.
Wezîrê navborî bal kişand ser dema civînan û got: "Em îro civiyan û civînên me dê sibe jî berdewam bin. Em dê li Bexdayê bimînin daku em lidûçûneka berfireh bo wekhevkirina mûçeyên girtiyên siyasî bikin." Herwisa wî hêvî xwest ku ev hemî bizavên wan bigihîjin encameka guncayî ku di berjewendiya mifadaran de be.
Têgihîştina li gel Bexdayê û rûdanên mayî
Di derhqa asta hevahengiyê de, Ebdula Hacî Mehmûd ron kir ku jihevgihîştineka baş li gel berpirsên Bexdayê li ser vê pirsê heye, lê tekez jî kir ku vê dosyeyê li ser erdê pêdivîtî bi bicihanîna hejmareka rêkarên qanûnî û îdarî heye.
Wezîrê Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan di pareka din a gotinên xwe de eşkere kir ku şanda wezaretê çend pirsên din ên giring jî li gel aliyên federal nîqaş dike, ku di nav wan de dosyeya gorên bikom û awayê zêdekirina hevahengiyê di vî warî de dê serpişka karên wan be.
Ev serdan di demekê de ye ku berbanga îro Yekşemeyê, şandeka bilind a Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan a Herêma Kurdistanê bi serdaneka fermî gihîşt Bexdayê, bi merema lihevkirina dawiyê bo wekhevkirina mûçe û serpişkiyên kesûkarên şehîdan û girtiyên siyasî li gel hikûmeta federal.
Ev şand ku di bin serokatiya Wezîrê Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ebdula Hacî Mehmûd de ye, Rêveberê Gorên Bikom û Rêveberê Xizmetkariyên wezaretê jî tê de cih digirin.